Çeteyên li Helebê Wargeha Handeratê ji dest dan

Li bajarê Helebê çeteyan çeperek din a girîng ji dest dan. Yekîneyên girêdayî rejîma Baasê û hêzên girêdayî Hizbûllaha Lubnanê kontrola Wargeha Handeratê bi dest xistin.

Piştî agirbesta mabeyna rejîm û çeteyan bi dawî bû, rejîma Baasê û tifaqên wê operasyon li dar xistin. Hêzên rejîmê di demek kurt de Wargeha Handerat a ku li bakurê bajarê Helebê ye û beriya şerê navxweyî wek wargeha penaberên Fîlîstînî dihate bikaranîn, bi dest xist. Ev herêma ku çeteyên Sûltan Mûrad ên bi desteka dewleta Tirk ji bo êrîşên li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku jiyangehek Kurdan e mîna bargehekê bi kar dianîn, piştî şerê dijwar ji çeteyan hate paqijkirin.

Di operasyona Helebê de ku rejîmê bi hêzek 15 hezar kesî da destpêkirin, balafirên şer ên Rûs jî çeperên çeteyên El Nûsra, Artêşa Azad a Sûriyeyê, Ehrar El Şam, Nûrettîn Zengî û Ceyş El Îslam ên li bakur, başûr û rojhilatê bajêr bomberdûman dike. Balafirên şer ên Rûs û rejîmê di nav 2 rojan de 94 êrîşên hewayî pêk anîn.