BI DÎMEN

Bi rêya komunên jinan xwe digihînin civakê

Komunên jinan ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi rêya jinan xwe digihîne civakê û bingeha perwerdeyê datînin.

KOMUNÊN JINAN ÊN LI HELEBÊ

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, rêxistiniya jinan, bi rêya komunên jinan, mala jinê, meclîsa jinê û komîteyên jinê xwe hîn xurt dike. Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo anî ziman, hêza ku civakê bi rêxistin û perwerde dike, jin e.

Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Fehîme Hemo ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 1990'î de çû Helebê, bi gelek malbatên welatparêz re yekser hevdîtin kir û bi rêxistin kir. Fehîme Hemo diyar kir ku jinan destpêkê bi karên girseyî zend û bend ba dan, piştre hewl dan xwe bigihînin malbatan û jinan û got, "Di sala 2011'an de heta krîza Sûriyeyê jinan li ser vê mîrateyê kar dikirin û xwe bi rêxistin dikirin."

ŞEHADETA GULÊ SELMO

Fehîme Hemo bi bîr xist ku di sala 2013'an de ji ber êrîşên ji be tevlîhevîya rejîma Sûriyeyê afirand Gulê Selmo şehîd bû û got, "Diviyabû jinan rêxistiniyeke hîn xurt ava kiribûna. Di vê çarçoveyê de sala 2013'an gava me ya destpêkê jî avakirina Mala Jinê bû. Hîmê rêxistiniya jinê li ser bingeha felsefeya Rêber Apo hate danîn. Piştre jî bi pêşengiya saziyan li Mala Jinê jinan cihê xwe girtin. Bi vî rengî yekser tevlî rêxistiniya civakê bûn. Ev gav diviyabû tenê ji bo jinên Kurd nebûya. Ji bo jinên Ereb jî xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û bigihêjin asta pêşengiyê, di sala 2013-2014'an de jinên ji gelê Ereb jî tevlî perwerdeyan hatin kirin û yekser beşdarî karên Mala Jinê bûn. Ji bo Kongra Star karibe xwe bi rengekî hîn baştir bi rêxistin bike pêwîstî bi komun, meclîs û komîteyan hebû."

3 MECLÎSÊN JINAN, 46 KOMUNÊN JINAN

Fehîme Hemo diyar kir ku komunên jinan di sala 2015'an de hatin avakirin û got, "Piştî ku komun hatin avakirin 3 meclîsên jinan ava bûn. Li Meclîsa Şehîd Rûken Zerdeşt 10 komunên jinan, li Meclîsa Şehîd Gulê Selmo 13 komunên jinan û li Meclîsa Şehîd Şîlan Kobanê jî 23 komunên jinan hene. Li gorî pêwîstiyên komunan komîte têne avakirin. Komîteyên perwerde, tenduristî û ciwanan dibin esasê her komunê. Armanca me ya esasî ji komunan afirandina civakeke hîn rêxistinbûyî ye. Bi rêya komunan em dikarin xwe bigihînin her beşa civakê. Komunên ku civakê perwerde, bi rêxistin dike û dibe hêza çareseriyê, bingeha civakê ye.

ÇAR MALÊN JINAN HENE

Tevî vê yekê çar malên jinan hene. Dema ku kiryarek li dijî jinê rû dide, yekser dest lê werdide. Mala Jinê ji xwe re dike kar ku jinê û malbatê li gorî Qanûna Malbatê perwerde bike. Dema ku Qanûna jinê nikare bi temamî bibe bersiv hingî bi Qanûna Malbatê re hewl tê dayin ku civakeke demokratîk bê avakirin. Tevî ku Qanûna Malbatê bi cih tê anîn jî ji aliyê astengkirina zewaca di temenê biçûk de û pirjinî de em negihîştin asta dixwazin. Gelek caran rewşeke bi vî rengî rû da."

LI AKADEMIYA JINÊ PERWERDEYA MÊR

Fehîme Hemo ragihand ku li Akademiya Jinê ya Şehîd Hêzil sê dewreyên perwerdeyê hatin lidarxistin ku mêr jî tevlî bûn û got, "Dema bê em ê akademiyekê ava bikin ku tenê mêr lê bêne perwerdekirin. Me sê dewreyên ji bo mêran ava kir, lê belê diyaloga me bi dewreyan bi dawî nebû. Em timî di nava têkilî û nîqaşê de ne, ji bo karibin modeleke nû ya malbatê ava bikin. Dewreyên me ji bo jinên Ereb hatin lidarxistin. Niha perwerdeya 22 jinên Ereb dewam dike. Em dixwazin rêxistiniya xwe ya jinê xurt bikin. Ne tenê li Helebê em dixwazin li tevahiya Sûriyeyê xwe bigihînin jinan û xwe xurt bikin."