Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê: Ziman hebûn e, hebûna xwe biparêzin!

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek weşand û bang li civakê kir ku bi pêşengiya dayik û jinan Kurdî bikin zimanê jiyanê.

15’Ê GULANÊ CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê bi boneya 15’ê Gulanê roja Zimanê Kurdi daxuyaniyek da û got: “Bi pêşengtiya dayik û jinan divê civaka me zimanê Kurdî bike zimanê jiyanê.”

Daxuyaniya KJK’ê bivî rengî ye:

“Di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Sûriyê Şamê Celadet Bedîrxan yekemîn hêjmara Kovara Hawar da çapkirin. Di hêjmara yekemîn a kovara Hawarê de alfabeya latînî ya Kurdî didin naskirin û rêzimana zimanê Kurdî tê nivîsandin. Bi taybetî piştî serdema serhildanên destpêka sedsala 20’emîn di warên penaberiyê de xebatekî bi vê awayî pêşxistin li hember qirkirina çandî ya li ser gelê Kurd xebatekî bi wate ya netewî ye. Lewma îro em roja 15’ê Gulanê weke Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

Ji bo gelan ziman hêmana sereke ya ku hebûnê dide xuyakirin e. Her gelekî bi zimanê xwe nasnameya xwe, çanda xwe, jiyana xwe eşkere dike, bi gelên derdora xwe ve tekîliyan ava dike. Çanda her gelekî di zimanê wê de veşartiye. Ji bo gelê Kurd ev yek hîn zêdetîr bi wate ye. Ji ber ku di dîroka mirovahiyê de yekem çanda neolîtîkê yê avakirine gelê Kurd e. Çand di erdnîgariya Hîlala Zêrîn de teşe girtiye. Li vê erdnîgariyê mirov bi ziman bûye. Bi zimanbûnê ve çanda xwe avakiriye û civakbûn li dora çanda neolîtîkê de pêşketiye. Şaristaniya niha em dijîn çavkaniya xwe ji vê şoreşa çanda neolîtîkê girtiye. Û ev şoreşa çandî li dora jinê hatiye avakirin. Di vê şoreşê de jî herî zêde bi jinê ve tekîldar ziman xwe daye nîşandan. Lewma îro em qala zimanê dayikê dikin. Jin di pêvajoya mirovbûnê de civakê bi ziman dike. Lewma dema em zimanên herî kevnar ên cîhanê lêkolîn dikin, em tê de karakterên mê dibînin. Lewma pênaseya zimanê dayikê ne tenê pênaseyeke girêdayî fêrkirina ziman a bi zarokan re ye. Ziman di karakterê xwe de bi xwezaya jinê ve girêdayî nerm, avaker û pêşdebir e.

Cîhana hest û mejiyê civakekî di zimanê xwe de xwe îfade dike. Her gel êş, kêfxweşî, hezkirin, tengasî û aciziyên xwe bi zimanê xwe vediguherîne wêjeyê. Bi helbest, roman, stran û kilaman ve jiyana xwe ya hestan bi hev re parve dikin. Jiyan û zihniyeta xwe bi zimanê xwe bi pergal dike. Ji kesayet heta malbat, aşîret û netew bi fêmkirinekî ziman ve digihîjin hev, ji hev fêm dikin û rêxistinên xwe yên herî kompleks avadikin. Her gelek û netewek bi zimanê xwe bi gelên derdorê ve pêwendiyan ava dikin û çanda xwe li dora xwe belav dikin.

Weke gelê herî kevnar a erdnîgariya Hîlala Zêrîn, di serî de avakerê çand û ziman Dayîkên me yên hêja, têkoşînvanê hebûn, çand û zimanê Kurdî Rêber APO, mamosteyên zimanê Kurdî, zimannas û rewşenbîrên kedkarê hişmendiya dîrokê digihînin rojameya îro û hemû xwendevanê zimane kurdî em cejna zimanê kurdî pîroz dikin. gelê Kurd jî heta roja me ya îro bi zimanê xwe kariye hebûna xwe, nasnameya xwe biparêze û li hember her cure qirkirina fîzîkî û ya spî li ber xwe bide. Ji ber çandekî bi köke xwe li hember her cure erîşan kariye hebûna xwe bi vê keda pîroz xwedî derketina nirxên dîrokî bi pêşengên zimanê kurdî hejayî her roj bi aşka azadî bi rihê netewî doza xwe xwedî derkevê.

Lê ji ber vê taybetmendiya gelê Kurd, netew-dewletên ku erdnîgariya Kurdistanê di nava xwe de parçe kirine, siyasetên taybet a pişaftinê li ser gelê Kurd ferz kirine. Ji bo ku hebûna gelê Kurd qebûl nekin di serî de weke gel û millet înkarkirine û zimanê Kurdî jî di nava zimanê netewa serdest de xwestine bidin helandin. Di dibistanan de ji bo zarokên Kurdan ji Kurdîntiyê dûr bixin, ziman qedexe kirin e. Xwestine nifşekî ji xwe biyanî ava bikin. Bi vê siyasetê xwestin hest û mejiyê Kurdan ji hev belav û perçe bikin.

Her çiqas ev siyaseta pişaftinê heta cihekî encam girtibe jî, lê gelê Kurd bi xwedî derketina ziman xwe ve ispat dikin ku gelê Kurd nayê tinekirin. Yek Kurdekî ku bi zimanê xwe biaxive, bixwîne û binivisîne hebe dê çand û nasnameya Kurd bijî. Di vê berxwedanê de jî dîsa herî zêde pêşengtiyê dike jinên Kurd û dayikê Kurdan e. Jinên ku li hember her cure erîşên dewletan li ber xwe dane û xwe teslîmê çanda pişaftinê nekirine hiştine ku Çand û zimanê Kurdî heya roja me ya îro berdewam bike.

Lewma niha di çarçoveya hin mafan de hin dewlet mecbûr bûne ku çand û zimanê Kurdî nasbikin. Bi taybet komara Tirkiyê bi şewazê ne fermî di dibistanên xwe de cih dide zimanê Kurdî û vê yekî weke li Tirkiyê mafê Kurdan tê dayîn dide nîşandan. Lê bi hezaran kesên ku bi zimanê xwe siyasetê dikin, di girtîgehan de tê girtin. Konser û şanoyên Kurdî bê hincet tên qedexekirin. Pirtûk, kovar û rojnameyên ku bi zimanê Kurdî tên çapkirin, tê astengkirin. Nivîskar û rojnamevanên Kurd ji ber nivîs û xebatên bi zimanê Kurdî tên girtin û astengkirin. Li gel wan pêkanînan bi erkdar kirina tenê 10 mamosteyên zimanê Kurdî ve li tevahî Tirkiyê mîna henekê xwe li 20 milyon gelê Kurd bikin kirinên ne cidî û yên xapandinê ne. Ev yek di politikaya bişaftinê de israra heyî dide nîşandan.

Lewma em minasebeta roja zimanê Kurdî bangî weke jinên mamoste, jinên rewşenbîr, rojnemevan û niviskar, dayikên Kurd û gelê Kurd dikin! li dijî van siyasetên bişaftin, otoasimlasyon, qirkirina spî, nijadpereziya hevkariya dijmin ra nasnameya kurd parçedikê xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derbikevin. Bi şîara “çand bedene, hebûne, ziman jî dile çanda bedena civaka mirove. ji bo ku em hebûna xwe biparêzin zimanê xwe biparêzin û bidin jiyîn, Em çiqas bikaribin bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivisînin ewqas em ê bikarin hebûna xwe jî biparêzin û azadiiya xwe bi dest bixin. Zimanê me weke şîrê dayika me li me helal e. Di pêşengtiya dayik û jinan de divê civaka me zimanê Kurdî bikin zimanê jiyan ê. Pêşketina civakî û serfirazî xwedîderketina zimanê xwe pêkan e. Ziman hebûne, hebûna xwe biparêz e!”