Şoreşa heqîqetê

Bêyî şik û guman Şoreşa Rojava, Şoreşa Azadiya Jinan e. Ji destpêkê ve li ser xeta azadiya jinan a Rêber Apo hatiye amadekirin û pêkanîn. Di her qonax û cihî pêşengiya jinan hatiye pêkanîn.

Şoreşa Azadiya Rojava ya ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hatibû destpêkirin dikeve sala 10’an. Ji bo her tiştî sala dehan gelekî girîng e û ji bo nirxandina berfireh tê wateya qonaxa bingehîn. Ji ber vê jî di sala dehan de rastiya Şoreşa Azadiya Rojava û tiştên di neh salan de pêk hatine, wê ji her alî ve were nîqaşkirin û nirxandin. Jixwe pêvajoyeke wisa hatiye destpêkirin. Pîrozbahiyên salvegera nehemîn jî naşibe wekî yên berê. Ji gelek aliyan ve û bi awayekî nîqaşî pêk tê.

Her çi qas di nav erdnîgariyeke biçûk de pêk hatibe jî, aliyê gerdûnî yê Şoreşa Rojava gelekî li pêş e. Ji şoreşa Sûriye û Kurdistanê wêdetir, xwedî wî karakterî ye ku ibe şoreşa Rojhilata Navîn û dinyayê. Di vê çarçoveyê de jin û ciwan di serî de xîtabî hemû bindestan dike û hemûyan ber bi xwe ve dikişîne. Em ji berxwedana Kobanê dest pê bikin gelek caran di asta global de çalakiyên piştgiriya Rojava hatiye kirin. Ango karakterê wê yê enternasyonal derketiye pêş.

Şoreşa Rojava wekî pratîkeke berfireh û yekemîn a ‘Teoriya Modernîteya Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê çarçoveyê de wekî takekesên azad û teza avakirina neteweya demokratîk a ku xwe dispêre komuna demokratîk, ketiye meriyetê. Pergala konfederalîzma demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk ku tê wateya xwerêxistinkirina azad a cihêtiyan, cara pêşîn li Rojava bi hemû aliyên xwe derfeta rêxistinkirinê bi dest xistiye. Bi kurtasî ji bo pratîzekirina fikrên Rêber Apo tê wateya danheviya tecrubeya herî berfireh. 

Çalakiya herî girîng a polîtîk û leşkerî ya Şoreşa Rojava ev e ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê faşîst şer kirine û DAÎŞ têk birine. Ji DYE heta PKK’ê heta partiyên komunîst ên NATO’yê piştgirên herî berfireh ên îdeolojîk di nav koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê de kiriye yek û ev jî diyar dike ku di warê siyasî de çiqasî dikare nerm tevbigere. Li hemberî DAÎŞ’ê ya ku artêşên dewletan nikaribûya li ber wê bisekine û gefên mezin li mirovayetiyê dixwar, şer hate kirin û DAÎŞ hate têkbirin. Ev jî di warê şervaniyê de gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistiye pêş.

Bêyî şik û guman Şoreşa Rojava, Şoreşa Azadiya Jinan e. Ji  destpêkê ve li ser xeta azadiya jinan a Rêber Apo hatiye amadekirin û pêkanîn. Di her qonax û cihî pêşengiya jinan hatiye pêkanîn. Jinan bîrbûna azadiyê bi dest xistine, xwe birêxistin kirine û dest bi çalakiyan kirine û dema mirov bala xwe dide rastiya YPJ’ê di asta herî fedakar de pêk hatiye. Îradeya jinan li her qada jiyanê xwe dide hîskirin.

Ev tişt û taybetiyên din wê di sala dehemîn a şoreşê de were nîqaşkirin, bi lêpirsîneke berfireh û kûr, wê tecrubeyên herî berfireh ên şoreşa azadiyê ya deh salan were derxistin. Him gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, him Kurd û him jî gelên din pêdiviya wan bi van tecrubeyan heye. Ronakbûna Şoreşa Rojava li ser vî bingehî wê zêdetir geş bibe. 

Dema ku pratîka şoreşa deh salî were nirxandin wê ji rastiya ku ew Şoreşeke Heqîqetê ye, bibe bingeh. Ji ber ku ev şoreş Xeta Şoreşa Heqîqetê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re dike esas û li ser vê xetê geş dibe. Di şoreşê de rêzaniya Rêberê Gelê Kurd di vir de derdikeve holê. Ji ber vê jî hemû lêpirsînên rexneyî û xwerexneyî, rastî û şaşî, qelsî û kêmanî û gihiştina rastiyê li ser xeta Şoreşa Heqîqetê wê pêk were.

Di vir de pirsa Şoreşa Heqîqetê çi ye, derdikeve holê. Em baş dizanin ku Rêber Apo Şoreşa Heqîqetê wekî şoreşa tarza feraset û jiyanê pênase dike. Em tarza jiyanê bi awayekî berfireh îfade bikin, wê demê em ê bibînin ku Şoreşa Heqîqetê şoreşa feraset û îdeolojiyê ye. Rêber Apo ev tişt wekî ‘Şoreşa feraset û wijdan’ pênase kiribû.

Em bidin bala xwe ku têgeha şoreşê tê wateya guherînê, guherîna li ser xeta armancê ye, wê demê em ê guherîna tarza jiyanê û ferasetê ya ji bo bidestxistina raza jiyana Şoreşa Heqîqetê were dîtin. Ji ber ku heqîqet tê wateya bidestxistina raza jiyanê. Tê wateya ku bi evîndarî mirov li pey jiyana azad be. Ango heqîqet eleqeya wê bi hebûnê heye. Fêmkirin û hewldana fêmkirina jiyana xwezayî û jiyana heqîqî ye. Mirov û civakê jî ev rewş bi têgehên baş, xweş, bedew û azad tîne ziman.

Em şoreşê wekî wate û guherîna li ser bingeha armancê pênase bikin, wê demê em dikarin ji guherîna li dijî armancê û guherîna li dijî wê jî bibêjin şoreşa dij.  Em dizanin ku her şoreş dibe sedema şoreşa dij, şoreş û şoreşa dij di nava hev de çêdibin. Nexwe her guherîn ne şoreş e, dibe ku şoreş be û dibe ku şoreşa dij be. Mirov dema li armanca wê binihêre dikare bibîne ku ew guherîn şoreş e yan jî şoreşa dij e. 

Em çima qala van tiştan dikin? Ji ber ku neh sal in li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê guherînên gelekî kûr û mezin pêk hat. Mirov û civan di dehan caran serobin bûn. Feraset û tarza wan a jiyanê guherî. Feraseta deh sal berê û tarza jiyanê heta asteke mezin ji holê rabû. Tiştên ku kesî xeyal nedikir û  nedîtibû, pêk hat. Cihêtiya fikr û ramanê derket holê. Di warê tarza jiyanê, rêbaz û pîvanan de guherînên mezin çêbû. 

Di sala dehemîn a şoreşê de wê ev tişt ji alî ve werin nirxandin. Rastiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê û encamên di neh salên dawîn de wê werin fêmkirin. Bi kurtasî wê tecrubeyên Şoreşa Azadiyê ya dîrokî werin fêmkirin. Ji bo ku ev nirxandin û tecrube rast bin divê ev tişt werin zanîn. Ji bo ku mirov Şoreşa Azadiyê ya Rojava û tiştên di deh salên dawîn de rast fêm bike, divê mirov li ser Xeta Şoreşa Heqîqetê binihêre û li ser vê xetê binirxîne.

Li Rojava di deh salên borî de guherîna ferasetê di kîjan astê de pêk hatiye? Kîjan qalibên ferasetê hatiye şikandin, kîjan feraset hatiye guhertin? Çiqasê vê guherÎnê di asta şoreşa ferasetê de ye? Gelo guherînên ferasetê yên ku mirov dikare jê re bibêje şoreşa dij heye yan na?

Ev pirs di warê îdeolojîk û tarza jiyanê de jî dikare were pirsîn. Bi kurtasî di nav Kurdan de û bi giştî di nav gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di deh salên dawîn de tarza jiyanê çawa guheriye? Di cil û bergan de, di exlaq û keleporê de, di têkiliyên mirovan de û bi taybetî di jiyana jinan de û di warê tevlêbûna jinan a di jiyanê de, di warê xebat û parvekirinê de guherînên çawa pêk hatiye? Di van çarçoveyan de rewşa ciwanan çi ye?

Li ser van pirsan û pirsên bi vî rengî de analîza rastiya Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e. Di nav kes û civakê de bîrbûan azadiyê û îradeya wê çiqasî geş bûye? Helwesta takekesên azad ên ku xwe dispêrin jiyana komuna demokratîk çiqasî pêk hatiye? Takekestiya kapîtalîst çiqasî hatiye şikandn û pîvanên civaka polîtîk û exlaqî çiqasî geş bûye? Bi kurtasî rastiya takekestiya azad û civaka demokratîk çiqasî geş bûye? Bersivên rast û azadîxwaz ên ji van pirsan re, wê li Rojava asta geşbûn û pêkhatina Şoreşa Heqîqetê deyne holê!

Em hêvîdar in ev lêpirsîn wê têra xwe were kirin û asta bersivên erênî wê zêde be! Li ser vî esasî sala dehemîn a Şoreşa Azadiyê ya Rojava silav dikim, Kurd di serî de em gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên tevlî şoreşê bûne, pîroz dikim. Di şexsê Şîlan Kobanê û Xebat Dêrik de em hemû şehîdên qehreman bi rêz û hurmet bi bîr tînin!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA