BI DÎMEN

Gerîla TV fîlmê 'Agir kete dilê Enqereyê' weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan weşand ku 17'ê Sibatê hate kirin û di encamê de 37 dagirker hatin cezakirin.

Di dîmenan de ku bi navê 'Agir kete dilê Enqereyê' hatin weşandin, tê dîtin ku gerîla diavêje ser çeperên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê û gelek çeperan îmha dikin.

Di fîlm de dîmenê çeperên dagirkeran ê bi droneyan hate kişandin, pêşveçûna gerîla ya li nava zinaran, axaftina bêdeng a navbera xwe ya ji bo koordînekirina çalakiyê û kêliyên şer tê nîşandan.

TILÎLÎ

Gerîlayên ku xwe ji ser têlan diavêjin, dema ku ber bi 'çeperên dijmin' ve diçin, dengê çekan nasekine. Gerîla yek bi yek dikevin nava çeperan, dest datînin ser çekên dagirkeran. Di vê kêliyê de jî gerîlayên jin dikin 'tilîlî'. Gerîlayeke jin dibêje 'pêş ve biçin, çeperan kontrol bikin'. Di vê kêliyê de jî bombeyên destan bi ser çeperan ve têne avêtin. Gerîla ku bi lez û bez xeta parastinê ava dikin, dikevin hundirê hemû çeperan, baregehê bi temamî kontrol dikin û dest datînin ser çekan.

Dema ku 'baregeha dijmin' dişewite, gerîlayek dibêje 'Agir kete dilê Enqereyê'. Gerîla TV jî ji vê gotinê nav li fîlmê ji saetekê kir.

GERÎLAYÊ ŞEHÎD DA SER PIŞTA XWE

Di dema şer de gerîla şervan Şehîd dikeve. Hevrêyên wî jî wî diavêjin ser milê xwe û ji qadê dibin. Di vî dîmenî de ku hevrêtî û dilsoziya gerîla nîşan dide, gerîla radihêjin kincê bi xwîn ê gerîlayê şehîd ê li erdê. Cenazeyê şehîd li ser milê hevrêyê xwe ji nava zinaran tê daxistin.

BÎLANÇO

Di daxuyaniya 18'ê Sibatê ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate ragihandin ku di operasyonê de 37 dagirker hatin cezakirin, her wiha 15 çeper, 7 konteynir, cebilxaneyek, cihekî şer, cihekî çavdêriyê, 2 çekên A4, bombeavêjek, 2 sîstemên radar û 5 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.