Tecrîda li Îmraliyê di meclîsê de hat protestokirin

Koma HDP’ê ya Parlamentoyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dowîzên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye“ protesto kir.

Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di rûniştina li ser budçeyê de mafê axavtinê girt û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. Koma HDP’ê, dowîzên “Tecrîd êşkence ye“, “Dawiyê li tecrîdê bînin“, “Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye.“ û “Tecrîd hebe hiqûq nîn e“ û wêneyên girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan danîn ser maseyên xwe.

NAVENDA TECRÎDÊ ÎMRALI YE

Parlamenterê HDP‘ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, li ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û bernedana girtiyan û Qanûna Înfazê axivî. Kaçmaz, îşaret bi tecrîda li Îmraliyê kir û da zanin ku girtî Çetîn Arkadaş ji ber ku gotiye, ‘Rêzdar Ocalan’ cezayê wî qediyaye lê nehatiye berdan û ev pirs ji Wezîrê Edaletê kirin: “Sûc e ku mirov bibêje Rêzdar Ocalan? Biryara darazê û gotinên rayedarên hikûmetê li ser hene ku ne sûc e. Ji ber ku dibêjin Rêzdar Ocalan, cezayê girtiyan diqede lê nayên berdan. Em lê binihêrin bê ka rewşa Rêzdar Ocalan çawa ye. Birêz wezîr te got ku tu toleransa we ji êşkenceyê re nîn e. Lê rastî ne ev e. Li Tirkiyeyê êşkenceya sîstematîk heye. Navenda wê jî Girtîgeha Îmraliyê ye. Tecrîd ne êşkence ye? Îzolasyona civakî ya bi tecrîdê tê kirin, ne êşkence ye? Ne êşkence ye ku nahêlin girtî û malbat hev û din bibînin? Nenaskirina mafê hêviyê ne êşkence ye? Bi salan we derewa ku rewşa hewayê nebaş e ya jî keştî xerabe ye kir. Niha jî bi hincetên tewş, cezayên dîsîplînê yên kêfî bi berdewamî tecrîdê dikin. Rêzdar Ocalan û girtiyên din bi hinceta gava meşiyane û werziş kirine bi hev re axivîne we mafê wan ê hevdîtinê qedexe kiriye. Dibe ku mirov biryareke ewqas tewş bide? Tecrîd dibe sedem ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, polîtîkaya şer û pevçûnê bikeve dewreyê, hiqûq binpê bibe û pereyê xelkê biçe ji şer, lobiyên faîzê û firoşkarên çekan re.“

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr jî bi dowîzên “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “CPT, bi erka xwe rabibe” derket ser kursiyê meclîsê û îşaret bi xalên 59, 62, 66, 67, 68 û 83 yên Qanûna Ceza û Înfazê kir û bang li CPT’yê kir. Aydemîr wiha got: “Em bi bîr dixin ku mafek e ku lêkolîn li ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û bi awayekê bi mantiqî civakê re bê parvekirin. Em dixwazin têkildarê berpirsyariyên xwe yên Girtîgehê bi erka xwe rabibin.“