NÛ BÛ

Çeteyên dewleta Tirk gelek kes revandin

QSD'ê ragihand ku li herêma Şehbayê 120 erebeyên ku gelek welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin.

Navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bal kişand ser hewldaneke metirsîdar a çeteyên dewleta Tirk a li herêma Şehbayê.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişeke berfireh a revandin û kolekirinê li dijî sivîlên li herêmên Şehba ya bakurê Helebê asê mabûn, pêk anî. 120 erebeyên ku gelek welatî tê de bûn û dixwestin xwe bigihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li nêzî herêma Şêx Necar ji hêla çeteyan ve hatin revandin. Çeteyan ev 2 roj bû derketina welatiyan asteng dikir"