BI DÎMEN

'Divê hikumeta Iraqê li ber êrîşên dagirkeriyê rabe'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabe. Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî destnîşan kir ku siyaseta êrîşê wê têk biçe.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar di mijara êrîşên dagirkeriyê yên li ser Metînayê de bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku li hemberî dewleta Tirk helwestê nîşan bide û got, "Saddam û hikumetên berê li dijî Kurdan şer kirin û winda kirin. Iraqê zerareke mezin ji vê yekê dît. Divê ders ji van tecrûbeyan bê wergirtin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên nû yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a li Iraqê ji ANF'ê re axivîn.

BI OPERASYONA LEŞKERÎ ZEXT LI HIKUMETA IRAQÊ TÊ KIRIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar anî ziman ku dewleta Tirk qala operasyonên leşkerî yên nû dike, li gorî vê yekê amadekariyan dike û got, "Di demeke balkêş de dest bi van operasyonan kirin. Rojek beriya ku Erdogan serdana Bexdayê bike dest bi vê operasyonê kirin. Bi rêya vê operasyonê zexteke du alî dikin. Bi vî rengî li aliyekî zextê li rêveberiya Başûr dikin li aliyê din jî zextê li hikumeta navendî ya Iraqê dikin. Bi vî rengî ji wan re dixwaze bibêje ya tu yê gotina min qebûl bike yan jî ez ê bi leşkerên xwe ya ku dixwazim bikim. Yanî destpêkê berê leşkerên xwe dide wê derê, piştre jî bi xwe diçe. Bi vî rengî şantajê dike. Li aliyekî bi leşkerî gefê li wan dixwe li aliyê din jî rêyên aboriyê datîne pêşiya wan. Pirsgirêka avê dixe rojevê, sozên li ser avakirina xetên enerjî, aborî û rê dide. Lê belê di bingeha van hemûyan de pirsgirêka Kurd û nêta wan a şer a li ser Kurdistanê heye."

'DIVÊ IRAQ LI DIJÎ ŞER PÊŞNIYARA ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞÎ TIRKIYEYÊ BIKE'

Aydar bi bîr xist ku dewleta Iraqê ji aliyê dîrokî ve ji şerên li dijî Kurdan zerarên mezin dît û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêya çareseriyê dîne pêşiya dewleta Tirk. Aydar got, "Li vê derê bangeke me li hikumeta navendî ya Iraqê heye. Divê dersê ji şaşitiyên hikumetên beriya xwe werbigire. Bila tecrûbeyê ji şaşitiyên Saddam û hikumetên berê werbigire. Van hikumetan hemûyan li dijî Kurdan şer kirin, fêdeyek jê nedîtin. Hemûyan jî zerar dan Iraqê. Divê ev tecrûbe bê dîtin. Tirkiye jî li ser heman rêyê ye. Dixwazin Iraqê jî bikişînin nava şerê xwe. Rewşa Iraqê cuda ye. Di destûra bingehîn de Kurd weke statuyeke federal hatine qebûlkirin. Ya ku Iraq bike divê ew be ku tecrûbeyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê bike. Iraq çawa Kurdan nas dike divê pêşniyarî Tirkiyeyê bike ku vê bike. Eger Erdogan alîkariya leşkerî ji Iraqê dixwaze, divê modela xwe ya çareseriyê pêşniyarî wan bike."

'WÊ LI HEMBERÎ HELWESTA AZADIYÊ YA GELÊ KURD WINDA BIKIN'

Aydar diyar kir ku li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê êrîşên nû yên dagirkeriyê di rojevê de ne, li dijî vê yekê jî helwesteke gelê Kurd heye û got, "Weke gelê Kurd, weke Tevgera Azadiyê û tevgerên Kurdistanî li hemberî vê yekê em xwedî helwestê ne. Li hemberî vê rewşê û lêgerînên li şer, weke milet sekneke me heye. Em ê azadî û xaka gelê xwe biparêzin. Di platformên neteweyî û navneteweyî de li dijî vê yekê em ê têbikoşin. Bi vî rengî wê operasyon hemû bêencam bimînin. Çi dikin bila bikin, em ê têkoşîna xwe ya azadiyê kûr bikin û azadiya gelê xwe misoger bikin. Dewleta Tirk li Kurdistanê di şer de têk çûye. Me ev yek di pîrozbahiyên Newrozê de, di encamên hilbijartinên xwecihî de dît. Dibe ku leşkerên xwe li wê derê hebin lê belê ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve di vî şerî de têk çûne. Gelê Kurd li ser piyan e, nasnameya xwe, mafên xwe diparêze. Di vî şerê nû de jî wê winda bikin."

'DEWLETA TIRK DEST BI ŞEREKÎ DIKE KU WÊ TÊK BIÇE'

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî anî ziman ku hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê ji bo piştgiriyê ji êrîşa xwe ya nû ya dagirkeriyê re peyda bike li welatan digere, dikeve nava hewldanan û got, "Ji bo piştgiriyê ji vê operasyonê re peyda bike di serî de li Iraqê li hemû welatên Rojhilata Navîn geriya. Di vê çarçoveyê de Erdogan 22'ê Nîsanê serdana Iraqê dike. Bi rêya vê operasyonê wê zextê li Iraqê bike. Lê belê em vê yekê bibêjin; êrîşên dewleta Tirk ên li ser gerîla bê encam mane. Konsepta şer bi hêviyeke mezin û teknîkên nû ava kirin û xwestin encamê bi dest bixin. Lê belê têk çûn. Li pêşberî berxwedana mezin û dîrokî ya gerîlayên azadiyê û Tevgera Azadiyê ev konsept û êrîş têk çûn. Lewma derfetên dewleta Tirk nemane ku bi operasyonên leşkerî, bi sozên nû li hemberî gerîla encamê bi dest bixe. Derfetên xwe yên aboriyê jî nemane. Hêza xwe têra vê nake. Lewma ji Iraqê, Îranê û welatên din ên herêmê alîkariyê dixwaze. Ji werlatên Ewropa, Emerîkayê alîkariyê dixwaze. Bi alîkariya ji van deveran werbigire dixwaze encamê bi dest bixe. Lê belê em vê yekê bi eşkere dibêjin; ev hewldanên dewleta Tirk wê bê encam bimînin.

SEKNA GELÊ ME WÊ ÊRÎŞAN TÊK BIBE

Dewleta Tirk, AKP-MHP û Hîzbûlkontra bi van êrîşan nikarin encamê bi dest bixin. Ev pêvajo wê bi têkçûna hikumeta Tirk a faşîst bi dawî bibe. Di vê pêvajoyê de civîna KNK'ê hate lidarxistin. KNK û hemû partî û tevgerên Kurdistanî yên di bin sîwana wê de ne li ber van êrîşan radibin, li dijî vê yekê helwest nîşan dane. Li dijî êrîşên dewleta Tirk divê gelê me bi temamî, tevgerên siyasî, sazî, rewşenbîr, nivîskarên li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê helwestê nîşan bidin. Helwesta gelê me û sekna xwe ya dijber wê van êrîşan têk bibe. Dewleta Tirk heta niha nekarî ji van êrîşan encamê bi dest bixe, ji niha û pê ve jî qet nikare encamê werbigire. Ji xwe ji encamên hilbijartinê diyar bû ku ev polîtîka têk çûye. Gelê me li hemberî van polîtîkayan helwestê nîşan da û di hilbijartinê de derseke mezin da wan. Gelê me wê ji niha û pê ve jî bi vê helwesta xwe siyaseta wan têk bibe."