Bîlançoya dawîn a koronavîrusê

Li dinyayê hejmara nexweş û miriyên ji ber koronavîrusê zêde dibe.

Li dinyayê nêzî 500 hezar kes ji ber koronavîrusê nexweş ketin. Hejmara kesên ji ber koronavîrusê mirine jî 22 hezar derbas kir. Li dinyayê 20 hezar kes îro nexweş ketin û nêzî hezar kes jî mirin. Ji 100 hezar zêdetir kes pak bûn û kesên rewşa wan xerab e jî ji 17 hezaran zêdetir e.

TIRKIYE

Rayedarên dewleta Tirkiyeyê diyar kirin ku hejmara nexweşan 2.443 e û hejmara miriyan jî 59 e. Rêxistinên tendirustiyê diyar dikin ku hejmara mirî û nexweşan zêdetir e.

Li ser civakê rîskeke mezin heye lê desthilatdariyê şaredariyên HDP’ê desteser kir û têkoşîna li dijî vîrusê da sekinandin. Desthilatdarî li Kurdistanê mirovan destgîr dike û li girtîgehan jî li dijî koronavîrusê tu tevdîr nayê stendin.

Serokê Saziya Bilind a Perwerdehiyê (YOK) Yekta Saraç got: “Wê îsal serdema biharê bi perwerdehiya ji dûr ve û bi perwerdehiya dîjîtal were kirin.”

HERÎ ZÊDE WÊ BANDOR LI TIRKIYEYÊ WERE KIRIN

Saziya derecekirina krediyan Moody’s derbarê aboriya G20 daxuyanî da û diyar kir ku herî zêde wê aboriya Tirkiyeyê têkeve bin bandora koronavîrusê. Vê saziyê sala borî di Mijdarê de rêjeya mezinbûnê Tirkiyeyê kiribû 3 lê vê texmîna xwe kir 1,4.

DYE

69 hezar kes nexweş ketin, 1037 kes mirin

ÎTALYA

74 .386 kes nexweş ketin, herî kêm 7500 kes mirin.

ÎSPANYA

Hejmara nexweşan bû 56.188, ya miriyan jî bû 4089.

ÎRAN

Hejmara nexweşan bû 30 hezar, 2234 kes jî mirin.

ELMANYA

40 hezar kes nexweş ketin, 224 kes mirin.

FRANSA

25.233 kes nexweş ketin, 1331 kes mirin.

SWÎSRE

11.316 kes nexweş ketin, 171 kes mirin.

SWÊD

2735 kes nexweş ketin, 66 kes mirin.

HOLLANDA

7431 kes nexweş ketin, 434 kes mirin.

BELÇÎKA

Hejmara nexweşan zêde dibe. 6235 kes nexweş ketin û 220 kes mirin.

KEYÎTÎYA YEKGIRTÎ

9529 kes nexweş ketin, 465 kes mirin.

DANÎMARKA

Herî kêm 1000 hezar kes îro nexweş ketin. Hejmara nexweşan bû 1851 ya miriyan jî 41.

EVÛSTÛRYA

6 hezar kes nexweş keti 42 kes jî mirin.

KANADA

3409 kes nexweş ketin, 36 kes jî mirin.

JAPONYA

1307 kes nexweş ketin, 45 kes mirin.

ÇÎN

60 jê nû 81.285 kes nexweş ketin û 3287 kes mirin.