Adil Osman: Desthilat û muxalefet pêşî li helwesta gel digirin

Çavdêrê Siyasî Adil Osman bal kişand ser nerazîbûn û helwesta gel a li dijî her cûre neheqî û êrîşên dagirkeriyê û got: “Desthilata heyî û muxalefet bi reng û rêbazên cuda pêşî li gel digirin ku li ber êrîşan helwestê nîşan nede.”

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de ne ji hikûmeta Iraqê û ne jî Herêma Kurdistanê dengên nerazîbûnê bilind dibe.

Li ser vê yekê yek ji Çavdêrê Siyasî yê Başûrê Kurdistanê Adil Osman destnîşan kir ku ti demê xelkê Başûrê Kurdistanê li ber êrîş û dagirkeriyan bê helwest nemaye, desthilat û muxalefetên heyî yên şirîkê desthilatê asteng û bi rengên cuda pêşiya gel digire.

‘ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ NE’

Çavdêrê Siyasî Adil Osman destpêkê qala êrîşên tinekirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşeke tinekirin û qirkirinê di serî de li ser gerîla û Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Di van êrîşên qirkirinê de hemû cûrên çekên qedexe û heta çeka nûkleer taktîkî jî bikar tîne. Hêzên gerîla ew êrîş karî têk bibin, rawestîne. Dewleta Tirk gêj bûye, ji bo serketinek biçûk jî bidest bixe êrîş dibe ser her kom û hêzeke Kurdî û Kurdan tev. Yek ji van cihên ku êrîş dixwaze bike Rojavayê Kurdistane. Ji bo ti destkeftek neyê bi dest xistin dest bi êrîşan kiriye. 

‘DESTHILAT ÊRÎŞAN REWA NÎŞAN DIDIN, KAR JI BO BERJEWENDIYÊ DAGIRKERIYÊ DIKIN’

Osman bal kişand ser êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û taybet li ser gerîla dixwaze ew destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê hatine bi destxistin tine bike û bi temamî dagir bike, vegerîne ser pîlana Mîsaqî Mîllî. Berxwedana gerîla ev pîlan têk bir û da sekinandin. Mixabin a nexweş ev e ku; Hikûmeta Herêma Kurdsitan û partiyên siyasî li ser yekîtiya netewî kar nakin. A ew dikin anîna dagirkeran, karkirina li berjewendiyên dagirkeran û rewakirina êrîşan e. Qetlîam û komkujiyên dewleta Tirk rewa nîşan didin û li ber çavê xelkê jî şîrîn dikin. Ev yek bandorekê li ser qada navneteweyî jî dike. Ji ber ku eger li vir helwestek xurt nebe, bala qada navneteweyî jî naçe ser asta êrîşên dagirkeriyê. 

‘RÊNADIN GEL DENGÊ XWE BILIND BIKE’

Çavdêrê Siyasî Adil Osman destnîşan kir ku hem desthilat û hem jî hêzên siyasî çi muxalefet û çi jî xwe serbixwe nîşan bidin ji bo berjewendiyên gel kar nakin û rêgirin. Osman wiha domand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên Başûr êrîşî civakê jî dikin. Rê nade civak dengê xwe bilind bike. Li qadên ku civak dengê xwe bilind dike, êrîş dibin ser, lê didin, digirin girtîgehê. Bi rêyên hiqûqî, leşkerî û siyasî li ber helwestên gel disekinin. Bi gotina wan eger ku tiştek ji wan neyê bikin, lê gel û civak dikare vê bike, lê ew astengin ji bo wan. 

‘TIM DILÊ XELKÊ BAŞÛR BI ŞOREŞ Û SERHILDANÊ RE YE’

Gelek kes rexne li Başûr dike, lê ji dûr ve li rewşê dinêrin. A rastî xelê Başûrê Kurdistanê tim dilê wan bi şoreş û serhildanan re ye. Di gelek qonaxan de ev helwest nîşan daye. Lê hêzên siyasî yên başûr û dîsa muxalefet û dîsa civaka sivîl, hemû zexteke mezin e li ser civakê, bareke giran a li ser têkoşîna gelê Kurd a li Başûr e. Hêzeke zextê ne ku naxwazin rastiya şoreşê ya li dijî dagirkeriyê derkeve pêş. Civak di warê aborî, jiyanî de xistine rewşekê welê civak pêşiya xwe nabîne bi van ve mijûle. Bi reng û rêbazên cuda yên hêzên tarî û dîsa bi leşkerî êrîşî civakê dikin, dîsa hinek alî alîkariya dijmin dikin û di warê şerê derûnî de dijmin nakokiyê dixe nava civakê. Ev yek hemû astengin pêşya yekîtî û netewiyeta gelê Kurd. Li aliyê din di warê ruhî û wijdanî de li kîjan erdnîgariya vê herêmê bûyerek rû dabe, bi dil û ruh pêre rabûye. Bi rûhî û wijdanî yekîtiyek avakiriye bê ka çawa bibin bersiv ji bo wê.”

‘DIVÊ ZANIBIN LI KÎJAN ALIYÊ TÊKOŞÎNÊ CIH DIGIRIN’

Osman diyar kir ku a pêwîst gelê Kurd û partiyên siyasî bike ew e ku divê bizanibin li kîjan aliyê têkoşînê cih digirin û wiha pêde çû: “Têkoşîna ew dikin ji bo gelê Kurd e, yan ji bo berjewendiyên kesî ne, yan jî hîzbayetî ye ew jî ji bo xizmeta dagirkeriyê ye. Girêdayî berjewendiyên gelê Kurd an dagirkeriyê ye. 

‘DIVÊ CIVAKA BAŞÛR ŞIYAR BE; 30 SAL IN SEXTEKARIYÊ DIKIN’

Gelê Kurd şiyar bûye, gihaye wê astê ku têkoşînê bigihîne serketinê. Civaka Başûr jî divê ji niha şûn ve hişyar be, 30 sal e sextekarî li gel wan dike. 30 sal e ji rê derxistiye, ji bo doz û azadiya gelê Kurd kar nake; mûçe dibirin, derbeder û hejar dikin. Teslîmî dagirkeriyê û koçber dikin. Hemû vê dikin bi hevkariya xwe ya li gel dagirkeriyê temenê xwe dirêj bikin. Divê civak partiyên siyasî û hêzên muxalefet ên sexte binasin. Siyaseteke serbixwe ya Kurdan bê avakirin ku bikare di çarçoveya pirsa siyasî ya Kurd de ya yekîtiya netewî daxwazî maf û azadiya gel bike. Em di nava şereke wêranker û qirker de ne, eger em nekarin yekîtiyek ya hemû pêkhateyên cuda ava bikin, siberoja me wê nebaş be, bareke giran dikeve ser milê wan hêzan ku ji bo gelê Kurd têkoşînê dike.” 

‘DIXWAZE BI ÊRÎŞÊN BAŞÛR GELÊ KURD TENGAV BIKE, BÎNE BERAMBERÎ HEV’

Herî dawî Çavdêrê Siyasî Adil Osman bal kişand ser bomberdûmana li ser sivîlan û got: “Berxwedana şervanan û têkoşeran kir ku dewleta Tirk êdî nekare li ber wan şer bike, ji bo wê berê xwe dan sivîlan. Bi vê yekê jî dixwaze gel û şervanan bînin beramberî hev. Çawa ku dema êrîşî Perexê hate kirin, gel û hêzên Iraqî daketin qadan. Li vir helwesta Hikûmeta Herêmê jî girîng e. Ev hikûmet rewatiya êrîşan dike. Ji bo wê helwesteke cidî ya siyasî dernakeve. Bi van êrîşan dijmin dixwaze gelê Kurd li Başûr tengav bike. Vê yekê li ber şervan û hêzên siyasî yên gelê Kurd bikar bîne. Gel li ber hêzên siyasî yên Kurdî şerê navxwe nake. Ji bo wê dizane ku hêvî ew şervanin. Ew hêz dikare wan azad bike.”