Zîlan li Şamê hat bibîranîn
Zîlan di sala 27'an a şehadeta xwe de li Şamê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Zîlan di sala 27'an a şehadeta xwe de li Şamê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) di sala 27'an a şehadeta xwe de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi merasîmekê hat bibîranîn. Bi sedan şêniyên taxa Zorava ya Şamê tev li merasîma bîranînê bûn. Di merasime de wêneyên Zîlan, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kongra Star hatin daliqandin.
Di bîranînê de ewilî endama Kongra Star a Şamê Kîfa Ezîz, nameya Zîlan a ku berî çalakiya xwe fedayî nivîsîbû xwend.
Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Berçem Yûsif Zîlan bi bîr anî û got: "Şehîd Zîlan bû pêşenga azadiyê di dîroka têkoşîna Kurdî de û çalakiya wê jî bû nimûne ji bo hemû jinên azadîxwaz." Berçem Yûsif soza bilindkirina asta têkoşînê û şopandina rêya şehîd Zîlan heta pêkanîna azadiya jinan da.
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana Zîlan hat pêşandan û bîranîn bi dirûşmeyê "Jin, jiyan, azadî" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.