YPS'ê li Izmîr û Mûglayê çalakî kirin

Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê Şehîd Soro Amed li Izmîr û Mûglayê li dijî nobedar û nokeran çalakî kirin.

Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê Şehîd Soro Amed bi çarçoweya, ''Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û nokeran'' li  dijî nobedar û nokerên AKP-MHP'ê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin 15'ê Cotmehê saet 02.30'an li navçeya Bûca ya Izmîrê li Beyaz Evlerê li dijî nobedaran ku ''hêzên paramîlîter ên rejîma faşîst a AKP-MPH'ê ne'' çalakî hatiye kirin û di encamê de 2 nobedar bi giranî birîndar bûne.

Tîmên Bersivdanê yên YPS'ê Şehîd Soro Amed her wiha got ji niha û pê de jî ew ê çalakiyên wan li dijî 'nobedar'ên AKP-MHP'ê bidomin.