BI DÎMEN

Yilmaz: Li Îmraliyê êşkence û kiryarên xerab hene

Hiqûqnas Mehmet Cevat Yilmaz anî ziman ku li gel daxuyaniyên rayedaran jî tecrîda li ser Rêber Apo hîn dewam dike û got, Tirkiye li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevdigere.

TECRÎD Û MAFÊ HÊVIYÊ

Hiqûqnas Mehmet Cevat Yilmaz têkildarî mafê hêviyê, tecrîd û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên têkildarî Rêber Apo ji ANF'ê re axivî.

'MAFÊ HÊVIYÊ TÊKILDARÎ QANÛNÊN ÎNFAZA CEZA MIJAREKE GIRÎNG E'

Mehmet Cevat Yilmaz anî ziman ku parastina hêviya xwe yek ji mafên herî girîng ê mirovekî li girtîgehê ye û got, "Li gorî Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) cezayê herî giran ê ku li mirovekî bê birîn cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ye. Ev ceza di qanûna ceza ya berê de di asta îdamê de bû. Lê belê li gorî qanûna înfazê, kesekî ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn dikare ji mafê berdana bi şert a piştî 30 salan sûdê werbigire. Lê belê li gorî hikumê 107/16 cezayên di çarçoveya 'sûcên li dijî yekparebûna milî ya dewletê û destûra bingehîn' nikare sûdê ji mafê berdana bi şert werbigire. Yanî kesên sûcên bi vî rengî kiribin nikarin sûdê ji berdana bi şert werbigirin. Ev yek jî dibe sedem ku ev kes heta dawiya emrê xwe girtî bimîne."

'DMME DESTNÎŞAN DIKE KU DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ JI MEHKÛMAN RE BÊ DAYIN'

Li ser biryarên DMME' yên têkildarî mafê hêviyê Yilmaz got, "DMME'yê bi biryarên li hemberî Îtalya û Qraliyeta Yekbûyî de destnîşan kir ku gelekî girîng e ku hêviya girtiyekî heye ku ji girtîgehê derkeve yan na û got, "DMME diyar dike ku ji bo berdana girtiyekî divê mekanîzmayek hebe. Li gel vê yekê biryarên DMME'yê yên li dijî Tirkiyeyê yên di vê nuqteyê de gelekî girîng in. Biryara destpêkê têkildarî Birêz Ocalan bû û ev biryar li ser şert û mercên girtîgehê yên li Tirkiyeyê hişyariyeke cidî bû. DMME radigihîne ku divê hêviya mirovan a berdanê ji dest neçe."

'BIRYARÊN DMME'YÊ BI CIH NAYÊN ANÎN'

Hiqûqnas Yilmaz ragihand ku Tirkiye hîn jî biryardarên DMME'yê bi cih nîne, hîn jî di qanûnên înfazê de nuqteyên ku mafê hêviyê ji nedîtî ve tên dewam dikin û got, "Li gel ku 11 sal derbas bûne jî Tirkiyeyê di qanûnên înfazê de guhertinek nekiriye. Di vir de ya girîng ew e ku Tirkiye di qanûnên înfazê de cihêkariyê di navbera cûreyên sûc de dike. Mînak berdana bi şert a ji sûcên li dijî yekparebûna milî ya dewletê tê astengkirin, mirovên din ên ji sûcên cuda; mînak ji sûcên kuştinê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn dikarin ji mafê berdana bi şert sûdê werbigirin. Ev rewş li dijî pîvana wekheviyê ya qanûnên înfazê ye."

'TECRÎD LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE'

Li ser tecrîda li Îmraliyê jî Yilmaz got "Tecrîd teqez li dijî hiqûqê ye. Li dijî rûmeta mirovahiyê ye. DMME'yê ragihand ku ragirtina Ocalan bi tena serê xwe li girtîgehekê şêweyekî êşkenceyê ye. Tenêhiştin û îzolasyon şêweyê herî giran ê tecrîdê ye. Tenêhiştina mirovekî li girtîgehê û astengkirina têkiliya wî ya bi derve re tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Hiştina li girtîgehê ya mirovekî li gorî hin pîvanan jî be birîna têkiliya mirovekî ji cîhana derve û astengkirina belavbûna fikrê wî li derve li gorî xana 3. a DMME'yê binpêkirina qedexeya êşkence û kiryarên xerab e. Divê li hemberî kiryarên bi vî rengî têkoşîn bê meşandin."

'GUHERTIN Û SERERASTKIRINÊN DI MIJARA MAFÊ HÊVIYÊ DE DIVÊ BI LEZ BÊNE KIRIN'

Yilmaz anî ziman ku sererastkirinên di mijara mafê hêviyê de divê bi lez bêne kirin û got, "Divê hiqûq bi şert neyê kirin û dema li ser rewşa her kesekî girtî nirxandin hate kirin, divê mafê hêviyê li ber çavan bê girtin."