YAT’ê pêşiya êrîşeke terorî girt

YPG’ê diyar kir ku endamên YAT’ê 4’ê Cotmehê bi operasyonek taybet li Hesekê pêşî li êrîşeke terorî ya bombeyî ya li dijî yekîneyên wan bêbandor kiriye û dest danîne ser amûrên teqemeniyê.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) ên girêdayî YPG’ê beşê hêzên taybet dema ku kesên nesas hewl dan bombeyeke li wesayîteke wan bi cih bike kişif kirine û bi opererasyonekê bêbandor kiriye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Li Hesekê 4’ê Cotmehê saeta di navbera 07:00-08:00’an de ji aliyê kesên nenas ve mayineke di bin wesayîteke girêdayî hêzên me hatiye bicihkirin. Piştî ku yekîneyên me cihê mayinê keşifkir, koma pispora ya teqemeniyan xwe gihandiye cihê bûyerê û mayinê bêbandor kiriye. Ti windahiyek madî û manewî nehatiye pêk nehatine. Piştî bêbandorkirina mayinê bi armanca girtina kesên mayin bicih kiriye operasyona lêgerînê hate destpêkirin. Tevî mayina ku hat bêbandorkirin 3 kg madeyên teqemeniyê, alavên teqemeniyê û telefonek hat desteserkirin.”