Xelkê herêma Firatê ji bo cejna Qurbanê serdana goristanên şehîdan kir
Di berbanga sibehê re, gelê herêma Firatê piştî nimêja cejnê berê xwe da goristana şehîdan a Komkujiyê Berxbatan û Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê.
Di berbanga sibehê re, gelê herêma Firatê piştî nimêja cejnê berê xwe da goristana şehîdan a Komkujiyê Berxbatan û Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê.
Bi berbanga sibehê re ji mizgeftên herêma Firatê banga cejna Qurbanê berz bû. Şêniyên herêmê destpêkê berê xwe dan mizgeftan, nimêja cejnê kirin.
Paşê jî qefle bi qefle berê xwe dan Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê û Şehîdgeha Komkujiya Berxbatanê û şehîd bi bîr anîn.
Şêniyên herêmê piştre cejn li hev pîroz kirin.