'Tirkiye li pêşiya çareseriyê asteng e, xaka dagirkirî divê azad bibe'

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, ku hebûna dewleta Tirk a li herêmê li pêşiya çareseriyê asteng e û diyar kir, "Divê xaka ku dagir kiriye hemû bê rizgarkirin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser êrişên rejîma Tirk ku rojên dawî zêde bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Krîza Sûriyeyê nêzî 10 sal in nehatiye çareserkirin. Firsendên çareseriyê yên hatin bidestxistin nehatin bikaranîn. Aktorên ku bûn sedem krîza li Sûriyeyê kûr bibe û li demeke dirêj belav bibe; rêveberiya Şamê ku çareseriya leşkerî ferz dike û dewleta Tirk e ku bi xewn û xeyala dagirkirina xaka Sûriyeyê tevdigere."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi hebûna dewleta Tirk a li herêmê re çareserî nepêkane. Xaka ku dewleta Tirk dagir kiriye divê ji nû ve bê rizgarkirin. Sedema hebûna Serokkomarê Tirk û rêveberiya wî li xaka Sûriyeyê eşkere ye. Dewleta Tirk ku bi penaberan şantajê li Ewropayê dike, planên xwe hemû li ser dagirkeriyê ne. Bi navê Rêveberiya Xweser em careke din hişyar dikin. Dewleta Tirk li ser paşeroja Sûriyeyê metirsiya herî mezin e. Li dijî siyaseta dagirkerî û şantajê ya dewleta Tirk têkoşîneke bi hev re divê."