'Ti hêz nikare li ber van dayikan bisekine'

Dilsoziya bi welêt û axê re dihêle ku li hemberî hemû zor û zehmetiyan têbikoşin. Dayik zarokên xwe mezin dikin û ji bo welatê xwe dikin cangorî. Piştî ewqas berdêlên giranbûha…

Dilsoziya bi welêt û axê re dihêle ku li hemberî hemû zor û zehmetiyan têbikoşin. Dayik zarokên xwe mezin dikin û ji bo welatê xwe dikin cangorî. Piştî ewqas berdêlên giranbûha… Erê giranbuha ye ji ber ku yên ji bo vê axa pîroz dibin berdêl, zarokên van dayikanin.

Talan û dagirkerî bûne peyvên wisa ku dema tên bi lêv kirin, yekser dewleta Tirk û desthiladarê Erdogan tînin bîra mirovan. Bi xeyalê Osmaniyê nû, Erdogan li ser gelê herêmê desthiladariya xwe dide meşandin. 9’ê Cotmehê cîhanê careke din bi rûyê Erdogan ê hovane û dirinde dît. Dagirkirin hêsan bûye ji bo dewleta Tirk, ji ber sazbendên xwe gelek in. Lê gelo dewleta Tirk cihê ku hatiye dagirkiriye çawa birêve dibe? Ev jî pirseke ku bersiva wê bi îradeya gel tê bi bersivandin. Ji ber ku gel ti wextî dagirkeran li ser xaka xwe qebûl nakin. Dewleta Tirk, êrîşên dagirkeriyê rojane li ser gûndewarên Eyn Îsa û Girê Spî pêk tîne. Rojane ji gundên ku hatine dagirkirin agahiyên talan, dizî û bê exlaqiyê bihîstin gengaz e. Lê gundên ku di bin kontrola QSD'ê de ne jî, her roj ji aliye dewleta Tirk ve bi hovîtîyeke mezin tê topbarankirin. Lê rûxmî ewqas topbarana dagirkeran jî gelê gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî li cih û warên xwe, jiyana xwe ya rojane didomînîn. Gelê herêmê li gel şervanê xwe, axa xwe diparêzên û di mayina welatê xwe de bi biryar in.

Gundê Xalidiyê yê Eyn Îsa ye jî yek ji wan gundane ku dewleta Tirk û çeteyên wê her roj bi hawan û obûsan topbaran dikin. Me jî bere xwe da gundê Xalidiyê, ji bo ku em dagirkeriya dewleta Tirk belge bikin û bi raya giştî re parve bikin. Dema em çûn gund, em rastî şervanên YPJ’ê û dayikên gundê Xalidiye hatin ku li ser vê dagirkeriya dewleta Tirk nîqaş dikirin. Em jî tevlî nîqaşan bûn û em bûn guh dan nîqaşên dayik û şervanên YPJ'ê.

Dayikên gund bi dawî bûyina meha Sibatê û bi hatina meha Adarê ve dest bi çandiniyê kirine. Dayikên gund bi hêviyekî ew tov diçandin. Ne bax û bostanekî pir mezin bû lê hêviya ku wan dayikan ji mezin bûyina erd bi bin siyê de hîştibû. Hêviya dayikan ew e ku dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe û bi şervanên xwe re li ser xaka welatê xwe bi rengekî azad bijîn, tovên vê salê çandin. Mirov dema hêviyên van dayikan ji dil de hîs bike, wê deme wê were fêm kirin ku girêdan bûyina welat hêsteke çawane. Di hêstên dayikên gundê Xalidiyê de careke din mirov dibine, ger ku gel, li gel şervanên xwe be, her çi zehmetî û dagirkerî li ser welat hebe jî lê ya ku bi serbikeve wê dawiyê de îradeya gel bi xwe be. Ev dayik çi bi cesaretin ku dibêjin, em ji tank û topên dewleta Tirkan natirsin. Yek jî gotinên dayikan mirovan bandor dike jî ewe ku heta yek zarokê me bîmîne jî dewleta Tirk nikare welatê me dagir bike.

Dayik bi bîryar in , li gel ew şervanên ku ji bo parastina xaka welat canê xwe kirine mertal, heta dawiyê bi wan şervanan re bin.