TEV-DEM: Cejna Qurbanê li tevahî gelê Kurd pîroz be
TEV-DEM’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û cejna malbatên şehîdan, birîndarên şer, gelê Kurd û tevahî pêkhateya civakak Sûriyeyê pîroz kir.
TEV-DEM’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek weşand û cejna malbatên şehîdan, birîndarên şer, gelê Kurd û tevahî pêkhateya civakak Sûriyeyê pîroz kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Peyama TEV-DEM'ê wiha ye:
''Em Cejna Qurbanê li tevahî malbatên şehîdan, birîndarên şer, gelê me yê berxwedêr û tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev boneya pîroz bibe wesîleya pêkanîna aştî û istiqrarê li tevahî Sûriye û herêmê, nemaze piştî têkçûna koma Astanayê. Her wiha bi hêvî ne ku çareseriyeke bingehîn pêk were da ku şadiya boneyên nîştimanî û olî bixe dilê tevî pêkhateyan.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîna cejnan û tevahî boneyan vediguherînin roja tundî û terorê û li ser civakên ewle ferz dikin, pêkhateyan ji pêkanîna ayn û urfên nirxên exlaqî bêpar dihêlin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşên xwe yên hovane yên li her herêmên herî ewle kirinên herî hovane pêk anîn, bi balafirên şer û yên bê mirov serdestiya welatên derdorê bin pê dike û rojane sivîlan dikin hedef. Hikumeta AKP'ê ya terorîst tu nirxî nade cejnan û hurmeta mirovahiyê, sûc û komkujiyan li dijî gelên me û nirxên wê dike.
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), careke din gelê xwe pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku aştî û hezkirin bi rêya diyalogên navxweyî ya bêyî destwerdanên herêmî û navneteweyî pêkan in."