Teramî: Em ê rê nedin fitneyê

Ji rûspiyên eşîra Şîetatê Nasir Teramî ku li herêma Meamilê ya Dêra Zorê bû hedefa êrişeke sûîqestê û bi saxî ji êrişê rizgar bû, qala bûyerê kir û got, wê rê nedin fitneyê.

Li herêma Dêra Zorê dema dawî êrişên sûîqestê yên li dijî serokên eşîran jinûve dest pê kirin. Roja 26'ê Cotmehê 2 kesên li ser motorsîkletê hewl dan êrişî yek ji rûspiyên eşîra Şîetatê Nasir Teramî bikin. Teramî piştî ku ji civîna bi koalîsyona navneteweyî re derket, bû hedefa êrişê û bi saxî ji êrişê rizgar bû.

Teramî diyar kir, dema ku ew bi wesayita xwe di rê de bûn, êrişkaran li wan reşandin û piştî êrişê ajokar kontrola wesayitê ji dest da û li gundê Berîhayê li dîrekekî elektrîkê xist. Teramî anî ziman ku piştî qezayê, êrişkar hatin ser wesayita wan ji bo bibînin ku mirine yan na û dema ku êrişkar nêzî wesayitê bûn, kesên li gel wî bi çekê li wan reşandine.

Teramî anî ziman ku êrişkar li ser vê yekê ji cihê bûyerê reviyan, mirovên li herêmê jî dema ku dengê çekan bihîstin hatin cihê bûyerê û alîkarî dan wan.

Teramî ragihand ku hinek hewl didin li herêmê fitneyê belav bikin û haya wan van komplogeran heye.

Teramî destnîşan kir ku komploger wê bi ser nekevin û wê pêşî li fitneyê bigirin.