Saziya Malbata Şehîdan ji bo Ocalan daket qadan

Li Şehbayê Saziya Malbata Şehîdan ji bo agirê li Îmralî û parêzer hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêbikin, meşeke girseyî lidar xistin.

Malbata Şehîdan ya Efrîn û Şehba bi tevlîbûna bi sedan kesî meşeke girseyî ji gundê Wehşiyê destpê kir.

Di meşê de pankarta ‘ Bi hêrsa malbatên şehîdan em ê agirê Îmralî vemirînin’ û posterên Rêberê Gelê Kurd hatin hildan. Meş heta Kampa Berxwedan dom kir.

Li Kampa Berxwedan deqeyek rêz hate girtin û pişte jî li ser navê saziyan axaftin hate kirin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê Dayika Şehîd Elî Şaziya Îbrahîm û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê jî Mihemed Wilo axivîn.

Hemûyan di destpêka axaftina xwe hemû Şehîd bi bîranîn û ser saxî ji hemû malbatên Şehîdan re xwestin, û wiha berdewam kirin;

Di axaftinan de şehîdên doza azadiyê hatin bibîranîn, sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin. Di dewama axaftinê de peyama ‘heta agahiyek ji Ocalan negirin’ wê çalakiyên xwe bidomînin.

Çalakî piştî axaftinan û şûnde bi dirûşman ve bi dawî bû.