Rûsya û rejîmê li artêşa Tirk xistin: Bi dehan leşkerên Tirk mirin

Rûsya û rejîma Sûriyeyê roja Pêncşemê li leşkerên Tirk ên li Idlibê xistin. Bi dehan leşkerên Tirk û çete mirin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin herî kêm 113 leşker hatine kuştin.

Têkildarî derba balafirên Rûs a li artêşa Tirk xist, di medya Ereb, çavkaniyên xwecihî û medya civakî de gelek agahî hatin parvekirin. Dewleta Tirk destpêkê îdîa kir ku tenê 9 leşkerên wan hatine kuştin, lê belê bi derengiya şevê re ev hejmar zêde bû. Nîvê şevê bi daxuyaniyekê hate ragihandin ku 29 leşker hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji herêmê wergirtin, herî kêm 113 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. Beşek ji kuştî û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê, hinek jî birin nexweşxaneyên li Dîlokê. Li Reyhanliyê rê li trafîkê hatin girtin.

Hate îdîakirin ku balafirên şer ên Tirk ketine qada hewayî ya Idlibê. Ji êvara Pêncşemê ve bûyerên ku qewimîn wiha ne:

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda xwe li Londonê ye ragihand ku li Cebel Zawiye, Zakûm û Sehl El Gabê herî kêm 34 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HATE ÎDÎAKIRIN KU ZÊDEYÎ '100 CENAZE' BIRINE

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, Nexweşxaneya Dewletê ya Reyhanliyê li sivîlan hate girtin û timî anonsên ji bo xwînê tê kirin. Di heman nûçeyê de ev agahî hatin parvekirin: "Tê gotin ku 100 cenazeyên leşkeran anîne nexweşxaneyê û bi dehan leşker jî birîndar in. Cenazeyên 32 leşkeran jî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Nû ya li Hatayê û bi dehan leşkerên birîndar rakirine wê herêmê. Gel li pêşiya nexweşxaneyan kom bûye. Îro ji bo mamosteyên mêr kaxizên seferberiyê hatin şandin. Li ser sînor liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Sînorê Ogûlpinar weke qada qedexekirî ya leşkerî hatiye ragihandin. Tê gotin ku hin gundên li ser sînor wê bên valakirin. Servîsa beşa leşkerî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Skenderûnê li birîndaran hate girtin. Tê gotin ku nexweşxaneyên li Hatayê hemû wê ji bo leşkerên birîndar bên girtin."

Bîlanço hîn baş zelal nebûye, lê belê ji dîmenên li medya civakî tên weşandin xuya dibe ku windahî giran e.

QEYDÊN DENG: MORG BI CENAZEYAN DAGIRTÎ YE

Di qeydên deng de yên li medya civakî hatin weşandin, kesek ku îdîa dike li nexweşxaneya dewletê ya Reyhanliyê ye dibêje, "Me li beşa morgê darbestên 58 şehîdan jimart. Hîn jî cenazeyên şehîdan tînin nexweşxaneyê."

Kesekî din jî dibêje, "Me bi Kîrpî 25-30 şehîd şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê. Hîn jî di binê xirbeyan de hene. Rewş cidî ye, ewqasî jî birîndar hene."

Kesekî ku digirî dibêje, "Ev der bi rastî jî gelekî nebaş e, şehîdan tînin. Wesayit tijî şehîd in. Xwedê alîkariyê bide her kesên li vir."

DAXUYANÎ NÎNE, CIVÎNA BILIND A EWLEKARIYÊ HATE KIRIN

Rayedarên Tirk li Beştepeyê civîna bilind a ewlekariyê civand. Li gorî medya Tirk, civîna bilind bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan pêk hat û Wezîrê Parastina Milî Hûlûsî Akar, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû, Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Guler, fermandarê baskên artêşê û Serokê MÎT'ê Hakan Fîdan tevlî bûn.

Wezîrê Karên Derve Çavûşoglû bi rêya telefonê bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re axivî.

WALÎ: 29 LEŞKER MIRIN

Di dema civîna bilind a ewlekariyê de Waliyê Hatayê Rahmî Dogan daxuyaniyek da û îdîa kir ku tenê 9 leşkerên Tirk hatine kuştin. Walî piştre daxuyaniyeke duyemîn weşand û got ku ev hejmar 22 ye, lê belê nîvê şevê cara sêyemîn daxuyanî da û diyar kir ku hejmara kuştiyan bûye 29. Li gorî Walî 36 leşker jî birîndar bûne.

RÛSYA: TIRKIYEYÊ PEYMANÊN SOÇÎ BINPÊ KIR

Di atmosfereke wiha de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da. Wezareta Parastinê diyar kir, "Aliyê Tirk peymanên Soçî binpê kir, li qadên bêşer ên Idlibê topbaranê û piştgiriya xwe ya ji bo komên çekdar ên îllegal dewam dike." Wezaretê ragihand ku Tirkiyeyê dest bi bikaranîna droneyan jî kiriye. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wiha diyar kir ku droneyeke Tirk roja Sêşemê dema ku ji bo êrişî yekîneyên Sûriyeyê bike ji sînor derbas bû hate xistin.

Aliyan di sala 2018'an de li bajarê Soçî yê Rûsyayê li hev kiribûn. Li gorî lihevkirinê jî li herêma Idlibê nuqteyên çavdêriyê hatin avaikrin. Lê belê ev lihevikrin hefteyên dawî di pratîkê de xera bû.

MEDYA CIVAKÎ HATE ASTENGKIRIN

Hate ragihandin ku ji saet 23:30 û pê ve Twîtter lawaz bûye û rawestiya ye. Li gorî daneyên saziya NetBlocks.org, Twîtter li gelemperiya Tirkiyeyê hatiye astengkirin.

SEROKÊ RTUK'Ê FERMANA SANSURÊ DA

Serokê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUM) Ebûbekir Şahîn saziyên çapemeniyê hişyar kir û ferman da ku ji bilî hejmarên ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatine eşkerekirin, agahiyeke din nedin.

TRAFÎKA DANÛSTANDINAN

Nîvê şevê berdevkê Serokkomariya Tirk Îbrahîm Kalin bi rêya telefonê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYE'yê Sefîrê Bilind Robert O'Brîen re axivî. Li ser naveroka axaftinê hîn daxuyanî nehatiye dayin.

Serokê Ragihandina Tirk Fahrettîn Altûn jî li ser civîna bilind a ewlekariyê ya li Beştepeyê daxuyaniyek da û gef xwar ku wê "qat bi qat bersivê bidin."

WASHÎNGTON: DEST JI S-400'Î BERDE

Rêveberiya DYE'yê jî piştî şerê li Sûriyeyê yê bi Rûsyayê re bang li Tirkiyeyê kir ku dest ji sîstema parastina hewayî ya Rûs S-400'î berde.