Rûsya: Tirkiye li Efrînê demografiyê diguherîne

Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê ya li Sûriyê, Oleg Juravlyov got dewleta Tirk li Efrînê 250 hezar, li Serêkaniyê û Girê Spî 135 hezar Kurd bêcihûwar kirin û li şûna wan Tirkmen danîn.

Navenda Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê ya li Sûriyê derbarê şantaja dewleta  Tirk a li ser penabaran, li sûcê dewleta Tirk ê guherîna demografîk mikur hat.

Serokê Navendê Oleg Juravlyov bi daxuyaniyeke çapemeniyê got dewleta Tirk li Efrînê 250 hezar û li Serêkaniyê, Girê Spî jî 135 hezar Kurd bêcihûwarkirin û li şûna wan Tirkmen danîn.

Juravlyov got, ''Dema Tevgera Kaniya Aştiyê piranî jê Kurd 135 hezar kes hatine bêcihûwarkirin.'' Heman rayedarî got, ''Dema Tevgera Çeqla Zeytûnê de jî piranî jê Kurd 250 hezar kes li Efrînê hatine bêcihûwarkirin.

Juravlyov got, ''Hikûmta Tirk bi zorê Tirkmen li van deran bi cih kirine'' û vê jî,''kiriye ku li herêmên navborî avaniya etnîk bi rengekî radîkal biguhere.''