Rojavayê Kurdistan ji bo Ocalan li ser piyan in

Piştî bealvbûna agahiyên şewata li gireva Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, bi hezaran şêniyên Rojavayê Kurdistanê daketin qadan û banga eşkerekirina rewşa Ocalan kirin.

Ji bo li hemberî şewata li Îmralî û agahiyek piştrast û pêbawer bê girtin welatiyê Rojavayê Kurdistanê herikîn qadan û banga çûna parêzeran a Îmraliyê kir.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê bi tevlêbûna bi sedan şêniyan meşek hate lidarxistin.

Meş ji qada Şehîd Xebat a navedana bajarê destpê kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û tecrîda li ser Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenad bajêr veguherî mîtîngê. Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso axivî û anî ziman ku agahiyên der barê şewata li girava Îmraliyê de cihê fikran e.

Eyşe Hiso got: "Ji baweriya me ku rêbertî jiyana azad e. Divê em amade bin, li ser lingan bin û li qadan bin û li hemberî komployan mertal bin."

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina Ocalan bi dawî bû. Li qada Şehîd Xebat çalakî berdewam e.

ÇIL AXA

Li navçeya Çil Axa jî bi heman armancê bi sedan kes daketin qadan û piştgiriya xwe bi Ocalan re anîn ziman.

Meş li kolanên sereke yên navçeyê geriyan. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina komplo û tecîrda li ser Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda bajêr çalakî hate kirin. Endamê Meclisa PYD‘ê Abdulselam Ebas axivî û banga mezinkirina têkoşînê heta agahiyek zelal li ser rewşa tenduristiya Ocalan bigirin kir.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê bi beşdarbûna bi sedan kesî meşek ji ber navenda Kongreya Star a rojhilatê navçeyê destpê kir.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kiribûn û li sûka navendî ya navçeyê geriya û li çarxerêya Azad veguherî mîtîngê. Meşvanan fikarên xwe derbarê rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan anîn ziman.

DÊRIK

Bi sedanê şêniyên bajarê Dêrikê, gundên Berav û Koçerat li qada Şehîdan kom bûn. Şêniyêan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û al û sembolên Kurdî hilda bûn.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê hatin qîrkirin. Meş li kolanên bajêr geriya û li qada Şehîd Beyrem rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyek rêz hate girtin. Bi navê Kongreya Star Hediya Abdullah got: "Şewata li gireva Îmraliyê ne tesaduf e, lê berdewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Araman jê îradeya gelê Kurd bişkîne yê ku ramanê Ocalan esas ji xwe re girtiye."

Abdullah destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana ji bo azadiya Rêber Ocalan û eşkerekirina rewşa wî berdewam e û got, çalakî berdewam e heta rewşa tenduristî ya rêbertiyê were eşkerekirin. Her wiha bang li rêxistinên navdewletî û mirovî kir ku bi lez destwerdanê bike û rewşa Ocalan eşkere bike.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navaçeya Amûdê meşek li dar xistin û xwestin rewşa Ocalan were eşkerekirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin. Meş ji qada Şehîd Cîhad ber bi Qada Jina Azad ve destpê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe", "Divê rewşa Ocalan dimildest rewşa Ocalan were eşkerekirin" û "Hilweşe faşîzm" hatin qîrkirin.

Meş li qada Jina Azad rawestiya. Hevserokê Meclisa Navçeya Amûdê axivî, banga eşkerekirina rewşa tenduristiya Ocalan kir û got: "Em ranawestin, em ê bi şev û bi roj çalakiyan lidar bixin ta rewşa Ocalan nas bikin. Ev kiryar ji aliyê dewleta Tirk ve tiştekî ne nû ye. Rêber Ocalan roja me ye, tu kes nikara roja me tarî bike. Em bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya mirovî bi cih bînin."

Rêveberê Têkiliyên Giştî yê PYD‘ê Xelîl Hesn jî got: "Bila cîhan zanibe ku azadiya Ocalan karê me ye yekem e, em ê li qadan bin heta rêbertî azad bibe. Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku bi lez destwerdanê bike û gelê birîndar rehet bike û rewşa Ocalan ragihîne."

TIL BIRAK

Çalakiyên ji bo eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a piştî agahiyên derbarê şewata li gireva Îmraliyê didomin.

Li navçeya Til Birakê, meclisa navçeyê û Kongreya Star li ser mijarê daxuyanî li ber çarxerêya Şehîdan dan.

Daxuyaniya Kongreya Star ji aliyê endama rêveber Henan Suleyman ve hate xwendin. Suleyman got: " Li vir ji navçeya Til Birakê em banga Rêbertî ya dibêje ‘Heqîet eşq e, eşq jiyan e û welat jiyan e, yê ji welat hez nake ne layiqî vê jiyanê ye’ dibersivînin. Em li vir kom bûne ji bo ku kiryara sûcdar a ku bû sedema şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan tê de girtî ye şermezar bikin. Ev bûyer di nava gel de cihê fikaran e. Em bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û civaka navdewletî dikin ku mudaxele bike û selametiya rêberê azadî û mirovahiyê eşkere bike."

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên Kantona Kobanê herikîn Qada Jina Azad ji bo ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Imraliyê de şermezar bikin. Her wiha bang li dewleta Tirk kirin ku çaranûsa Ocalan piştî şewta li nêzî girtîgehê eşkere bike.

Bi hezaran şênî, endamên saziyên sivîl û endamên partiyên siyasî yên herêmê ji Qada Jina Azad ber bi Qada Egîd ve meşiyan. Şêniyan pankartên bi nivîsên ‘Bê serok jiyan nabe’, divê bi lez raporek girêdayî rewşa Serok Apo bê pêşkêşkirin hildan û sloganên banga azadiya Ocalan û bidawîkirina tecrîdê berz kirin.

Meş li qada Egîd rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Paşê Bozan Xelîl hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Firatê axivî û got: “Bûyera li Imraliyê rû daye, dewleta Tirk bi zanabûn kiriye. Bi rêya hedefgirtina Serok armanc dike ku projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Srûiyê bibin bixe.” Xelîl bang li rêxisitnên hiqûqî û civaka navneteweyî kir ku rewşa Ocalan eşkere bikin û got: “Heya rewşa Serok eşkere nebe em rehet nasekinin.”

Parêzerên Rêber Ocalan bang li dozgeriyê kirin ku serdana miwekilê xwe bikin da ku li ser rewşa tenduristiya wî agahî bigirin. Lê dewleta Tirk guh neda daxwazên wan. Hevdîtina dawîn di 7`ê Tebaxa 2019`an de di navbera parêzer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat.

Mesa Kobanê bi berzkirina sloganên banga azadiya Rêber Ocalan û rakirina tecrîdê bi dawî bû.

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya ya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê li ber Navenda Ciwanan a Dibêsiyê kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilidin kirin û ber bi sînorê Tirkiyeyê ve meşiyan.

Li ber sînorên Tirkiyê meş veguherî çalakiyek protestoyî. Di çalakiyê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Edalet Umer axivî û got: "Ji ber şewatê metirsî û gumanên me girêdayî jiyana Rêber Apo hene." Edalet Umer wiha domand: "Îro em ser sînor in ji bo ku li ser rewşa Rêber Ocalan agahî bigirin kom bûne. Em ê çalakiya xwe heya eşkerekirina rewşa Serok Apo berdewam bikin."

Di dawiyê de şêniyan dirûşmên dilsoziya bi Ocalan berz kirin.