Kobanê bûye sembol ku her kes dixwaze wê bibîne

Serokkomarê Tirk Erdogan beriya niha bi çar salan ji bo Kobanê got, "Li ber ketinê ye." Kobanê neket, lê bû sembola berxwedanê li tevahiya cîhanê. Niha jî her kes meraq dike ku bajarê Kobanê bibîne.

Sal 2014 bû dema ku li vî bajarî keç û xortên vî welatî biryar dan ku bajarê wan nekeve destê hovên sedsalê. Artêşan nekarîn li ber DAÎŞ'ê bisekinin. Lê belê bi sedan keç û xortên mîna Arîn, Êrîş, Gelhat û Rêvana di vê rojê de bedena xwe kirin mertal û nehiştin bajarê wan bikeve. Ev bûyer li pêş çavên cîhanê qewimî. Di çapemeniya cîhanê de deng veda. Berxwedana vî bajarî bû rojeva rojname û televîzyonan. Wê demê her kes ji bo Kobanê daketin qadan û xwedî li berxwedana wê derketin.

Vê berxwedanê bandor li ser gelek kesî kir û ji çar aliyên cîhanê mirov tevlî vê berxwedanê bûn.

Kendal Çiya ku xortekî Swîsreyî ye. Wê wextê bi navê Kobanê û berxwedana wê dihese û berê xwe dide Rojava. Heta niha jî li Rojava ye. Li ser wê demê dibêje, "Min tenê Kobanê û şoreş bihîstibû. Lê berê timî ji dûr ve şoreş dibihîst. Lê dema hatim Kobanê min bi çavên xwe dît."

Kendal Çiya niha li Kobanê dimîne û dibêje, "Şoreşa me bi dawî nebûye, piştî çar salan tevî gelek tişt hatin guhertin, lê rêya me dirêje."

Tişta ku çeteyên DAÎŞ'ê wê wextê nekarî bike, niha dewleta Tirk bi xwe dixwaze bike. Gefan dixwe û êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike.

Avaşîn Herdem ew jî keçeke Elman e. Herdem ku berxwedana jinên Kurd bandor li wê kir, qala wê wextê kir: "Li welatê min hinek jin doza azadiyê dikin. Kom kom hene. Lê li vê derê her kes ji bo azadiyê têdikşin. Enerjiyeke pir mezin heye."

Avaşîn Herdem işaret bi têkoşîna çekdarî ya jinan kir û got, jinan nîşan dan ku çawa dikarin mafên xwe bi dest bixin û civakê bi rê ve bibin.

Serokkomarê Tirk Erdogan beriya niha bi çar salan ji bo Kobanê got, "Li ber ketinê ye." Kobanê neket, lê bû sembola berxwedanê li tevahiya cîhanê. Niha jî her kes meraq dike ku bajarê Kobanê bibîne.