Rewşenbîrên Efrînê dijî provakasyona PDK'ê daxuyanî dan

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê yên li Şehbayê li dijî provakasyona PDK'ê ku bi dewleta Tirk a dagirker re hevdemî dixwaze qadên gerîla dorpêç bike û bi vê talokeya şerê navxwe tîne bang kirin û gotin divê rewşenbîr helwesta xwe nîşan bidin.

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê li Şehbayê li dijî provakasyona PDK'ê ku rê li ber talokeya şerê navxwe vedike li Kampa Serdemê daxuyanî da û bang li rewşenbîrên Kurd kir ku li dijî talokeya şerê navxwe dengê xwe bilind bikin.

Daxuyaniya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê wiha ye:

''Şerê birakujiyê xwediyan ber bi qirkirinê û pişaftinê ve dibe, dijimin û neyar bi vê yekê bi ser dikevin, sed mixabin gelê me yê berxwedêr ji ber vê çewtiyê pir berdêl daye, xwîna gelê me hatiye rijandin. Lê îro em xwedî projeyeke bihêz û vîn û navdar in, pêwîst e em ku destkeftiyên vê şoreşê biparêzin, rêya biratiya gelan bi serbilindî bişopînin.

Her ku şoreş pêş ve diçe û gavên dîrokî davêje û civak şoreşê hemêz dike, dagikerên welatê me çavsorî dibin û hovîtiya xwe diyar dikin, bi rêya dûvikên xwe êrîşan tînin dijî şoreşê û bi agirê birakujiyê dixwazin pêxînin. Lê ji hemû gelê me tê xwestin di serî de ji ciwanan, jinan û şoreşgeran û bi taybet ji rewşenbîran qelema xwe ji xewê şiyar bikin, di nav civakê de bilînin, wijdanê geş bikin û cihê xwe di nav serkeftina serbestî û azadiyê de bibînin.

Em weke Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ji Şehbayê ji me tê xwestin ku em banga xwe li rewşenbîran bikin di vê demê de gelek girîng e ku erkê ji me tê xwestin bi berpirsyariya dîrokî bi cih bînin ta civakeke ekolojîk û demokratîk û jiyanek zelal xweşik û serbest em ava bikin.''