Rêveberiya Xweser: Em dikarin koçberên ji Îdlîbê biezimînin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê careke din bang kir ku ew dikarin sivîlên li Îdlîbê biezimînin yên ku ji ber şer koç kirine.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê careke din bang kir ku ew dikarin sivîlên li Îdlîbê biezimînin yên ku ji ber şer koç kirine.
1500 malbatên ji şerê li Îdlîbê reviyan, ketin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser jî bi derfetên kêm sivîlên li Îdlîbê li kampan bi cih kir, pêdiviyên wan ên wekî tendirustî û xwarinê bi cih anî.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyeyê careke din bang kir ku ew dikarin sivîlên li Îdlîbê biezimînin yên ku ji ber şer koç kirine.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hate diyarkirin:
“Bi kûrbûna aloziya mirovî li Idlibê ji ber şerê li wir û bandorên wê li ser sivîlên ku di rewşeke xirab re derbas dibin, ku bû sedema pêla koçberiyê ya mezin, hevkarî, ked û tevgereke girîng ji bo sivikkirina azarên wan, pêwîst dike.
Beriya niha jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê wekî parçeyekî ji erk û berpirsiyên wan, ragihandibû ku amade ne, erka xwe ya mirovî pêk bîne. Di vê derbarê de em careke din ji xelkê xwe yên Idlibê re dubare dikin ku em amade ne pêşwaziya wan li gorî derfet û rewşên xwe bikin. Tevî ku hejmarek mezin gihîşt herêmên me û em bi erkên xwe li hemberî wan rabûn."
Lê belê ji ber hebûna bi sed hezaran koçberên li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine , her wiha ji ber dorpêça ku herêm tê re derbas dibe û girtina dergeha El-Yeirûbiyê bi biryara navneteweyî û ji ber kêmbûna daneyên ku ji saziyên NY’yê bi rêya Şamê di dergehê re tên, hê jî gelek astengî hene.
Di vî warî de, da ku Rêveberiya Xweser bi erka xwe ya mirovî li hember pêla koçberiya nû ji Ildibê rabe, rêveberî bang li civaka navdewletî, saziyên navdewletî bi taybetî NY’yê dike ku hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne û pêşniyar û çareyan ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar, pêşkêş bikin. Her wiha divê li biryara xwe ya girtina dergeha El-Yeirûbiyê careke din di ber çavan re derbas bike û li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê, kar bikin da ku em karibin berpirsiyarên xwe yên mirovî li hemberî koçberan bi cih bînin."
Zêdetirî hezar û 500 malbatî ji bajarê Idlibê berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser kampên taybet ji bo koçberan ava dike û alîkariyên mirovî û tenduristî bi awayekî dorveger, belav dike.”