'QSD û gel wê bersiva her cûre êrişan bidin'
Ji fermandarên QSD'ê Ûmût Gabar bal kişand ser êrişên demên dawî yên dewleta Tirk û destnîşan kir ku hêzên wan û gelê wan wê bersiva her cûre êrişan bidin.
Ji fermandarên QSD'ê Ûmût Gabar bal kişand ser êrişên demên dawî yên dewleta Tirk û destnîşan kir ku hêzên wan û gelê wan wê bersiva her cûre êrişan bidin.
Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ûmût Gabar êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Fermandar Ûmût Gabar destnîşan kir ku, dewleta Tirk ji bo xwe ji krîza navxweyî rizgar bike, mîna her carê hewl dide êrişî Kurdan bike. Gabar anî ziman ku Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî ji bo berjewendiyên xwe êrîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk ji bo xwe bikar tînin.
Fermandarê QSD’ê Ûmût Gabar bal kişand ser van xisûsan:
'TIRKIYE JI BO KRÎZÊN NAVXWEYÎ BINIXÛMÎNE ÊRÎŞÎ KURDAN DIKE'
"Ji bo mirov êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fêhm bikin, divê destpêkê mirov sîstema Tirkiyeyê fêhm bikin. Siyaseta ku dewleta Tirk bi rê ve dibe û sîstema navxweyî êdî nayê qebûlkirin. Êdî divê guherîn di vê sîstemê de çê bibin. Dewleta Tirk ne li hundir û ne jî li derve nekarî çareseriyê ji bo vê peyda bike.
Ji ber vê dewleta Tirk dixwaze siyasetmedar, gel û saziyên navxweyî bi pirsgirêkên derve re mijûl bike. Ev jî bû sedem ku Tirkiye di nava xwe de krîzan bijî. Di warê aborî, ewlekarî, demokrasiyê de di nava krîzê de ye. Erdogan 20 sal in li ser hikme. Xwest vê bi hinek guhertinan dewam bike. Lê ev guherîn demokrasiya li Tirkiyeyê bi temamî têk bir. Ji bo Tirkiye ji van krîzan bireve, gelên Tirkiye bi pirsgirêkên derve re mijûl bike, li Sûriyeyê destek dan hinek komên îslamî yên redîkal û tevlî krîza Sûriyeyê bû. Dîsa di mijara Behra Spî de, şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de desteka dewleta Tirk heye. Bi vê yekê dixwaze krîzên navxweyî binixûmîne. Dewleta Tirk her tim ji bo krîz û zoriyên pê re rû bi rû dimîne binixûmîne, weke hedef jî êrîşî Kurdan dike.
'LI HER ALÎ TÊK ÇÛ'
Dewleta Tirk Kurdan tim ji bo xwe dijmin dibîne. Ev ji bo wan ne girîng e ku ser bi kîjan partî, an sîstemê yan jî ramanê be. Ji bo wan a girîng tenê Kurd be bes e. Beşên faşîst û şoven ên nava xwe wiha qane dikin. Em vê yekê ji dîroka Tirkiyeyê dizanin. Îro bi heman şêwazê dixwaze dîsa pêk bîne. Lê ya dewleta Tirk dixwaze bike îro nikare bike. Neçar ma ku li Lîbya li hev bike. Ewropa jî destek da vê peymanê. Ya rast ev ji bo Tirkiyeyê têkçûnek bû. Li aliyê din Ewropayê diyar kir ku şerek di navbera Yewnanistan û Tirkiyeyê de rû bide wê li gel Yewnanê cih bigire. Dîsa li Sûdan û Somanê hinek peymanên navneteweyî pêk hatin, ev hemû siyaseta Tirkiyeyê nerênî bandor kir. Baş e ev siyaseta îflaskirî wê çawa hêza xwe qane bike û gel mijûl bike? Li vir dîsa gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê bûn hedef. Bi vî rengî ji bo moraldayîna xwe û hewl da vê jî weke serketinekê bide nîşandan.
'TIRKIYEYÊ KU BERÊ ÇETEYAN DA KURDAN'
Li aliyê din vekişîna Tirkiye ya ji hinek nuqteyên li Lîbyayê, rastiya Erdogan derket holê. 'Artêşa Azad' û rêveberên asta jor ên hinek komên çete yên girêdayî dewleta Tirk daxuyanî dan. Vekişandina dewleta Tirk anî ziman ku sozên ji bo wan hatine dayîn bi cih neanîn. Ji xwe Rûsya ev çend meh in ji bo çareseriya Idlibê israr dike. Ji ber van sedeman dewleta Tirk neçar bû ku van komên girêdayî xwe qane bike. Ji bo wan digotin; ‘Em ê ji vir vekişin li cihekî din mezin bibin û qada xwe fireh bikin’. Ji bo êrîşkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Eyn Îsa û Til Temirê hewl da çeteyan qane bikin.
'GEL BERSIV DA'
Ji xwe ev siyaseta dewleta Tirk ne nû bû. Hem rêveberî û hem jî gelê me di ferqa vê de ye. Ji bo vê bersiva gelê me ya ji bo vê pir zêde bû. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi hêz bersiva êrîşan da. Xwe ji şer venegirt û bersiv da. Vê carê dema êrîş li ser Eyn Îsa pêk dihat, gel rabûn ser piyan û çalakî kirin. Rûspî û lîderên herêmê nerazîbûna xwe ji vê nîşan dan û gotin ku ew qebûl nakin. Tevlîbûna nava QSD’ê zêde bû. Ev hemû bersiv bû ji bo siyaseta Tirkiyeyê. Ev jî dide nîşandan ku gel ketiye ferqa siyaseta dewleta Tirk a li herêmê.
'RÛSYA BI TEHDÎDA TIRKIYEYÊ HEWL DIDE ZEXTÊ LI ME BIKE'
Di êrîşên dagirkeriyê de em nikarin bêjin rola Rûsya û rejîma Sûriyeyê nîne. Di van êrîşan de rola wan heye. Dewleta Tirk ne cara yekê ye ku van peymanan binpê dike. Ji xwe ji roja yekê ve êrîşên dewleta Tirk didomin. Car ji aliyê Til Temir, dîsa li aliyê Eyn Îsa bi obus û hewanan êrîş dikin. Her wiha ji aliyê Çelebî ve hewl dan êrîş bikin. Rûsya berî niha bi 2 mehan li hinek hincet nîşan da. Diyar kirin ku em bi wan re nebûne alîkar, dîsa hê zêdetir bi koalîsyonê re têkiliyên me pêk hatin, hincetên cuda cuda nîşan da. Li gel vê hewl dan hinek tiştan li ser rêveberiya me bide ferzkirin. Xwestin vê bidin nîşandan bê me tiştek nabe. Xwestin vê yekê hem ji bo me, hem ji bo dewleta xwe û dîsa cîhanê bidin nîşandan ku ew dikarin pirsgirêkê çareser bikin. Ev yek berî êrîşan bi mehekê pêk hatin. Ji xwe rejîma Sûriyeyê rejîmek bê çare ye. Gelek pirsgirêkên wê hene. Di warê leşkerî de pir ji hev ketiye. Krîzên mezin ên aborî hene. Ne leşkerî û ne jî siyasî nikare tiştek bike. Rêveberiya Xweser ji wê bi hêztire, siyasetekî ji ya wê bi hêztir birêve bibe. Hêvî dike ku koalîsyon ji vir derbike dibe tiştekî bike. Bi zexta Rûsyayê hêvî dike ku hinek tiştan bike.
Rûsya her tim vê polîtîkayê birêve dibe. 'Tirkiye wê bê we qir bike, kes we naparêze, enceq ez dikarim we biparêzim'. Dema êrîş pêk hatin, di çapemeniya rejîma Sûriyeyê de êrîşî Rêveberiya Xweser hate kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek heye, heman demê şer jî didome. Ji bo wê çiqasî Rêveberiya Xweser daxwazên gel pêşwazî jî bike, lê di hinek aliyan de kêm dimîne. Hinek pirsgirêk hene ew jî wê bi demê re çareser bibin.
Erdogan ji xwe gelek carî gotiye ku bi rêya îstixbaratê têkiliya wan bi rejma Sûriyeyê re hatine danîn. Vekişîna Tirkiyeyê ya ji hinek deveran têkiliya wê bi Girê Spî û Serêkaniyê re heye. Dibe di mijara Idlibê de peymanek hebe. Peymanên mîna vê berî niha hatibûn kirin di navbera wan de. Ev yek ne ihitmalên ku ji aliyê me ve neyên zanînin."
'JI BO PARASTINA GEL PEYMANA M4'Ê HATE QEBÛLKIRIN'
Têkilî lihevkirina derheqê rêya M4'ê, ku li gorî vê divê dewleta Tirk û çeteyên wê bi kêmanî 3 km jê dûr bin û her wiha ev ji bo QSD'ê jî wiha ye lê dewleta Tirk gelek caran vê lihevkirinê binpê dike, Gabar diyar kir dewletên ku di nav vê peymanê de cih girtin dema ku lihevkirin çêbû bi şertê ku peymaneke mayinde an jî stratejîk be nedanîn, peymaneke demdemî ye. Li ser sedema vê jî Gabar nakokiyên li nav rêveberiya DYE'yê destnîşan kir û got: “Dema vê peymanê hikûmeta Emerîkî dubendî bû. Bendek jê alîgirê vekişandinê bû aliyê dî ev şaş didît. Ango di siyaseta Emerîkayê de biryareke zelal nebû. Her wiha Rûsya dixwest ku bikeve vê qadê."
Gabar bi berdewamî got: ''Fermandariya QSD'ê jî ev peyman bi temamî qebûl nekiriye. Jixwe wê demê Fermandarê QSD'ê Mazlûm Evdî got tenê bi sedema ku gel biparêzin ev peyman qebûl kirine. Rastî ev e.'' Gabar bal kişande ser terora dewleta Tirk a li ser sivîlan û wiha domand: “Ji ber vê gelê me jî bêgav ma ku hin tiştan qebûl bike. Ji ber ku hovîtî û komkujiyeke mezin hebû. Li Serêkaniyê, Girê Spî û Eyn Îsa çekên qedexe hebûn. Ev peyman wiha derkete holê.''
Gabar têkilî siyaseta Rûsyayê ya li ser rêya M4'yê wiha pêde çû: “Ji bo Rûsya xeteke stratejîk e. Rûsya jî di ser dewleta Tirk re dixwaze hin cihan bistîne. Ev rêya M4 û baregeha leşkerî ya Himmîmim e. Her wiha dixwaze Deryaya spî û xeta bazirganî ya rojhilat û başûr bi kar bîne. Ji ber vê ji bo wan xeteke stratejîk e. Bi vê sedemê dewleta Tirk hin deveran bi dest dixe û dixwaze vê li ser Rûsyayê weke amûreke zextê bi kar bîne. Jixwe ji serî de me zanîbû ku dewleta Tirk wê peymanê bi cih neyîne.”
'EM QSD Û GEL JI HER ÊRÎŞÊ RE HAZIR IN'
Van demên dawî hêzên Tirk li ser xetên sînor û li ser xeta sînor a Şergirak û xeta sînor a başûrê Girê Spî zêde bûne, derheqê îhtîmala êrîşeke Tirk Gabar got: “Leşkerên Tirk derbasî Şergiran, Girê Spî û Serêkaniyê bûn. Ji ber vê dibe ku dîsa dewleta Tirk êrîşekê bîne. Lê divê pêşî ev were fêhmkirin, hêzên QSD'ê hêza parastinê ye. Ji ber vê hin deman QSD ji bo gel biparêze hin tişt qebûl kirine. Hem ji bo ku projeyên demdirêj pêk werin, dîsa ji bo ku hin saziyên navnetewî û saziyên hiqûqî hin xebatan bikin hewl da ku zextê bike. Ne bi rêya leşkerî lê bi rêya siyasî xwest ku hin pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê hin peyman qebûl kirine. Lê divê em vê diyar bikin. Niha xwedî tecrûbeyeke mezin e. Di deh salan de gelek lehengî kir. Li Efrîn, Şehba, Girê Spî û Serêkaniyê lehengiya mezin kir. Piştî agirbestê hêzên QSD'ê dest bi perwerdehiyê kirin.
Hem hêza xwe û hem jî gel ji bo rewşên îhtîmal hazir kir. Lê ji bilî haziriyan dewleta Tirk divê vê zanibe, ev şer şerê manûnemanê ye. Gelê me jî vê dibêje, êdî tirs nîne. Gel dibêje an wê bi rengekî azad û birûmet bijî an jî ji mirinê nereve. Êdî li nav gelê me meseleya mirinê nîne. QSD ji her alî ve ji şer re hazir e. Jê û pê ve giyanê berxwedanê ye. Gelê me jî bi her awayî ve wê li gel hêza leşkerî be."