QSD’ê jinek û zarokekî din rizgar kir

Şervanên QSD’ê li Baxozê jineke Êzidî û zarokek rizgar kiribû. QSD’ê ev zarok û jin teslîmî Mala Êzidiyan kir.

Şervanên QSD’ê di dema operasyona li Baxozê gelek jin û zarokên Êzidî rizgar kiribû. QSD’ê ev zarok û jin bi rêya rêveberiya li Şengalê radestî malbatên wan kiribû. Gelek jin û zarok jî li Kampa Hol a Hesekê ne. Êzidiyên li kampê piştre radestî Mala Êzidiyan a li Amûdê hate kirin.

Jina bi navê Eqbal Xelîl a ji gundê Koço û zarokê bi navê Serwan dun bi rêya Komeleya Tilqeseb teslîmî Mala Êzidiyan a li Kantona Cizîrê hate kirin.

3 kesên din ên ku QSD’ê ew ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kiribûn jî li Mala Êzidiyan a Amûdê ne. Heke rêveberiya Iraqê destûrê bide kesên li Mala Êzidiyan wê teslîmî malbatên wan ên li Şengalê were kirin.