QSD: Îdîayên dewleta Tirk derew in
QSD'ê ragihand ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên îdîa dikin, ku 32 şervanên wan hatine kuştin, derew in.
QSD'ê ragihand ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên îdîa dikin, ku 32 şervanên wan hatine kuştin, derew in.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hate gotin, "Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirk a dagirker de hate îdîakirin ku '32 şervanên YPG'ê yên amadekariya êrişê dikirin hatin kuştin'. Gotinên di daxuyaniyê de hatine gotin dûrî ji rastiyê ne û ji bo şerê taybet hatine gotin."