QSD: Êrîşên ji hewayî û bejahî didome

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoyek weşand û diyar kir ku di nava 24 saetên dawîn de êrîşên dagirker ên ji bejahî û hewayî didome.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku êrîşên ji bejahî û hewayî didome.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Artêşa dagirker û komên çete êrişên xwe yên hewayî û bejahî li seranserê herêmê domandin.

ZIRGAN (EBÛ RASEN)

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve hewl da li gundên Bab el-Xêr û Ebdilhey êrişî herêmên sîvîl bikin û dagirkeriya xwe berfireh bikin.

TIL TEMIR

Komên çete, bi piştevaniya êrişên hewayî yên artêşa dagirker hewl da êriş bibin ser herêmên Rihaniyê, Qasimiyê, Erbeîn, Amiriyê, Feyseliyê, Minehir û Mehmûdiyê. Artêşa dagirker li seranserê vê xetê bi balafirên bêmirov bombebaran kir û her wekî din bi çekên giran topbaran kir.

EYN ÎSA

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve li gundên Mesûdiye, Genteriyê û Hoşa bi piştevaniya êrişên hewayî û topbarana çekên giran êrîş birin ser herêmên sîvîl û hewl da dagirkeriya xwe berfireh bikin. Her wiha komên çete xwest bi seyareyên leşkerî xwe nêzî herêma Xefetsalim bikin û gund dagir bikin.

Di van êrişan de bi giştî 4 hevalên me şehîd ketin, 7 hevalên me birîndar bûn.”