Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanî ji ANF'ê re axivî.
Nûrî Mehmûd diyar kir ku Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanî helbet girîngiya xwe ji bo şoreşa Rojava heye, ji ber ku di vê rojê de cîhanê biryara xwe li gel Kobanê, li gel çand û exlaqa Kobanê girt.
‘1’Ê MIJDARÊ BÛ SERKEFTINA ÇANDA DEMOKRASIYÊ’
Mehmûd da zanîn ku gelê Rojava, gelê Bakur û Rojhilta Sûriyeyê û gelê Kurd, li kêleka Kobanê cihê xwe girt û lewma berxwedana Kobanê hem sîstema cîhanî hem jî sîstema navdewletî mecbûr hişt ku bi Kobanê re bisekine û wiha got: "Roja 1'ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê Kobanê girîng e, ev roj ji bo gelê Rojhilata Navîn, Asya, Emerîka, Ewropa û hemû cîhanê û di serî de gelê Sûriyeyê girînge. Ev roj bû destpêka tunekirina DAÎŞ'ê, her wiha ev roj bû serkeftina çanda demokrasiyê. Ev roj hê zêdetir jiyaneke ewle û aram li cîhanê da avakirin."
‘PIŞTGIRIYA GELÊN CÎHANÊ, JI KOBANÊ RE DEWAM DIKE’
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Piştgiriya gelên cîhanê û civaka navdewletî ji Kobanê re di heman astê de berdewam dike. Gelên cîhanê li hember rastiya Rojava û cîhanê her tim hişyar e û bi rengekî pir kûr em hîs dikin. Rejîmeke weke rejîmên AKP-MHP'ê ku dewleteke ewqas ji bo cîhanê xwedî erdnîgariyek stratîjîk e, desteser kiriye, sazî û îmkanên wê desteser kiriye û gelê wê dil girtiye. Hikûmetên cîhanê jî li hemberî vê yekê bêdeng in."
‘DIVÊ HIKÛMETÊN NIHA DERSÊN PIR GIRÎNG JI TRUMP DERXÎNIN’
Mehmûd destnîşan kir ku helwesta gelên cîhanê diyar e, ji ber wê pêwîste hikûmetên heyî gel esas bigirin û wiha got: "Divê ev hikûmetên heyî dersên pir girîng ji serokkomarê berê yê DYE'yê Donald Trump bigirin. Me dît ku di şerê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî de çawa piştgirî da Erdogan. Di wê demê de gelê Emerîkayê helwesta xwe nîşan da û bi dengekî pir bilind bang kir û xwe ji Trump xelas kirin. Lewma hikûmetên heyî divê vê tecrûbeyê ji xwe re girîng bibînin ku şoreşa gelan, şoreşa rumetê, şoreşa azadiyê û şoreşa li hemberî tarîtiyê, şoreşa sîstema domkratîk ji xwe re hêvî bibînin."
‘BI HEZARAN BELGE HENE KU GIRÊDANA DAÎŞ’Ê Û ERDOGAN NÎŞA DIKE’
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di dawiya axafina xwe de bal kişand ser opresyonên hevbeş ên li dijî DAÎŞ'ê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û wiha got: "Ji bo tunekirina DAÎŞ'ê û pêkanîna aramiya Sûriyeyê, li herêmê heya niha di navbera hêzên me û hêzên Koalisyona Navdewletî de karekî hevpeş tê kirin. Ji xwe Tirkiye jî beşekî wê Koalisyona navdewletî ye. Tirkiye her tim herêmên me hedef digire da ku DAÎŞ’ê li ser piyan bihêle. Bi hezaran belge hene ku girêdana DAÎŞ’ê bi rejîma Erdogan re nîşa dike. Ji xwe piraniya DAÎŞ'iyên ku derbasî Rojava û Bakur û Rojhilata Sûriyê bûne, ji Tirkiyeyê derbas bûne. Her wiha gelek ji wan jî perwedeyên xwe li Tirkiyeyê dîtine. Me dît du xelîfeyên DAÎŞ'ê, Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebo Îbrahîm El-Qureyşî li herêmên dagirkirî hatin kuştin. Gelek şaneyên DAÎŞ'ê me keşif kirine û em meyze dikin ku koma wan li Tirkiyê ye. Tirkiye jî niha berendamê Yekîtiya Ewropayê ye û endamê NATO'yê ye. Dewleteke bi vî rengî, hem êrîşî herêmên ku artêşên NATO'yê tê de ne, hem jî êrîşî herêmên ku koalîsyona navdewletî tê de ye dike. Tirkiye rêzdariyê nîşanî ti hêzên navdewletî ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, nake. Li gorî wê jî dema êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên, hêzên Koalîsyonê weke ku bêalî bimînin, daxuyaniyên şermok didin. Ji bo wê divê Koalîsyona Navdewletî bibîne ku mayindekirina DAÎŞ'ê heya niha ji ber dewletên mîna Tırkiyê ye. Lewma divê hîn zedetir biryarên Koalîsyona Navdewletî derbarê êrîşên Tirkiyeyê de, di çarçoveya tifaqên Koalîsyona navdewletî de bê nîşandan."