Muslim: Hedefa me çêkirina yekîtiya Kurd û li Sûriyeyê çareserî ye

Hevserokê nû yê PYD'ê Enwer Muslim armancên sereke yê partiya wan di serdema nû de wiha rêz kir: Yekrêziya Kurdan, li ser hîmê destûra demokratîk çaerseriya siyasî ya krîza Sûriyê, têkoşîna dijî dagirkeriyê.

Hevserokê nû yê PYD'ê Enwer Muslim ji ajansa me ANF'ê re axivî û got, diviya bû kongreya wan dawiya sala 2019’an bihata kirin, hemû amadekarî ji bo wê yekê hatibû kirin, lê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêmê û koçberûna bi sedhezaran kesî kir ku kongre bê taloqkirin.

Muslim bal kişande ser wê ku ji gelek herêmên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê delege tevlî kongreyê bûbûn û anî ziman ku rojeva sereke bûyer û pêşketinên di nava Sûriye û Rojava de ji roja destpêkirina Şoreşa Rojava ya taybet 9 salên dawî rû dayîn hatin nirxandin.

Muslim got: “ PYD partiya çareseriyê ye. Projeya partiya me projeyeke demokratîk a ji bo hemû gel û pêkhateyên herêmê ye. Gelek biryar hatin girtin, ev biryar jî ji bo sererastkirina kar û xebatên me ne. Hinek ji van biryaran jî ji bo partên di Rêveberiya Xweser de cihê xwe digire, ji bo hê baştir bibin aîkar. Dîsa ji bo ku bikare di rizgarkirina axa herêmê hê bi rol be. Di warên siyasî, dîplomasî û demokratîk wiha de biryarên nû hatin girtin.

Her wiha yek ji mijara din a rojeva kongreya me ew bû ku bi rêya dîplomasî ji bo darezandina bi deh hezaran çeteyên DAÎŞ’ê yên destê wan di xwîna gelê herêmê de heye ku li Rojava bê darizandin. Her wiha yekrêziya nava mala Kurdî jî mijareke sereke bû. Li dijî êrîşên dagirker ên li ser herêmê yek helwest bin.Xaleke din a girîng jî ew bû ku di nava Kurdan de li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya netewî û kongreya netewî rojek berî rojekê bê lidarxistin bû. Gelek nîqaşên mîna van mijaran di kongreyê de hatin nirxandin.”

Muslim bal kişande ser yekrêziya mala Kurdî a ji bo wan û ev nirxandin kir: “Yekrêziya mala Kurdî ji bo me PYD’ê pir girîng e. Em bi hev re bikarin li Sûriye dîsa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşan xeteke parastinê ava bikin. Helwestê me di kongreyê de zelal bû. Bê şert û merc tiştên bikeve pêşiya me di hundirê Sûriye û Rojava de em pêk bînin.” Muslim anî ziman ku ev 9 sal in li Sûriyeyê aloziyeke mezin heye û got: “Ev alozî jî bi xwe re heta niha ti çareseriyek neaniye. Berovajî vê bajar wêran bûn, koçberî çêbû.”

Di dewama nirxadinên xwe de Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim anî ziman ku divê hemû pêkhateyên Sûriye çi Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryan, Xiristiyan bi hev re bi hêzên Sûrî-Sûrî têkoşînek bikin. Muslim diyar kir ku weke partiyek di bin sêwana Rêveberiya Xweser de û partiyeke civakî wê di her warî de xizmeta civakî ya gel bike. Di nava Xweseriya Demokratîk de di aliyê ekolojîk, komunal, heta hemû aliyan wê desteka xwe bide.

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim bal kişand ser hevdîtinên li gel bi aliyên Kurdî re û diyar kir ku divê ji bo Sûriyeke demokratîk ku bikarin bi hev re bijîn. Musilm diyar kir ku divê li ser vî bingehî hemû partiyên siyasî destek bide ji bo bikarin xwestekên gel û yekrêziya gel ava bikin.

Muslim destnîşan kir ku li Idlibê ji ber şer û nakokiyên heyî gelek dever hatin wêrankirin, hilweşiyan, koçberî pêk hat û wiha pêde çû: “Em partiya PYD’ê li gel wê yekê bû bi hemû alî û partiyên siyasî yên Sûriye divê ji bo çareseriya krîz û nakokiyên heyî em bi hev re rûnin. Mixabin rola komên redîkal ên dewleta Tirk destekê dide û li aliyê din jî dewleta Tirk jî bi xwe naxwaze aloziyên li Sûriyeyê çareser bibe. Dîsa jî em bang li hemû hêz û aliyê Sûriye ku baweriya wan bi demokrasî û aştiyê heye ku werin em bi hev re ji bo çareserkirina krîz û nakokiyên li Sûriye dîsa di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab, Cerablûs û gelek deverên din ên di bin dagikeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de têbikoşin.

Muslim bal kişande ser siyaseta Tirkiye ya li herêmê û navxweyî got: “Siyaseta şaş encamên şaş bi xwe re tîne.Tirkiye di aliyê siyasî, civak, aborî û dîplomasî de di nava krîzê de ye. Li şûna ku hikûmeta AKP’ê û siyasetmedarên Tirk li çareseriya krîzên heyî bigre, nakokiyên heyî kûrtir dike. Rojên borî bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin, ev encama siyaseta şaş bû. Ji bo wê ye divê gelên Tirkiye li gel pêkhatiyên herêmê re dengê xwe bilind bikin. Ji bo bikarin pirsgirêkên heyî bi rêya dîyalogê çareser bikin. Ji ber ku rêbazên şer li hemû deran bê encam e. Ji bo wê divê gelên Tirkiye vê yekê baş bizane, divê em bi hev re têkoşîna xwe ji bo aştiyê bidin. Şerê li Sûriye, Idlib û Lîbyayê ne di berjewnediyên gelên Tirkiyeyê de ye.”

Muslim qala hebûna Rûsya û Emerîka ya li Sûriyeyê kir û diyar kir ku her du hêz jî hêzên mezin in li Sûriyeyê got: “Roleke mezin a di çareserkirina nakokiyên li Sûriyeyê dikeve ser milên wan. Aloziyek mezin heye, niha gelek hêz ketine herêmê. A dikeve ser milên Rûsya û Emerîka divê hemû beşan temsîl bike. Pêwîste di aliyê çareseriyê de hemû aliyên siyasî amade be. Bi taybet di hevdîtinên Cenevreyê de hemû alî cihê xwe têde bigire.Ev yek jî li ser milê Rûsya û Emerîka ye bê ka hemû alî beşdar bibin an ne. Bi taybet Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye û dîsa hemû pêkhate cihê xwe di wan hevdîtinan de bigirin. Dîsa di destûra bingehîn de jî nûnertiyên wan hebe, ji bo çareseriya nakokiyên heyî û vegera koçberan a cihên xwe.”

Hevserokê PYD’ê Enwer Muslim bal kişande ser helwesta aliyên Başûrê Kurdistanê û keyfxweşiya xwe ya ji bo helwesta wan a yekrêziya mala Kurdî anî ziman û got: “Çi gavên ji bo yekrêziya mala Kurdî bê kirin, em jê re amade ne. Tevî vê jî mixabin hevdîtinên wan ên nedemê de ya li gel Çawîşoglû ev ziyanê çêdikin. Ji bo vê divê em hinek biryarên cidî bigirin ku êrîşên dagirkeriyê bidin sekinandin da ku ev gel rehet bibe. Dîsa divê hemû partî û aliyên Kurdî piştevanî û destekê bide Rojava.”

Herî dawî Muslim bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd a ji bo aştî û azadiya gelan û got: “ Tecrîdeke mezin li ser Birêz Ocalan heye. Daxwazên me jî ew e ku hevdîtin li gel parêzer û malbatê bên kirin. Fikarên gelên Rojava jî ya piştî şewata li Îmraliyê derket û şûnde çêbû. Hem weke gel û hem jî partiyeke vî gelî temsîl dike daxwaza me ew e ku demildest hevdîtina bi malbat û parêzeran re pêk bê. Têkildarî rewşa wî ya tenduristî agahiyên zelal bên parvekirin.”

ENWER MUSLIM KÎ YE?

Enwer Mulim li bajarê Kobanê yê Rojava hate dinê. Piştî Fakûlteya Hiqûq a Zanîngeha Helebê bidawî kir demeke dirêj li Kobanê parêzertî kir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re bû Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê. Di berxwedana şerê Kobanê de cih girt û yek ji kesên digot “Kobanê wê ji DAÎŞ’ê re bibe goristan” bû.

Enwer Muslim herî dawî Hevserokê Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê bû.