Menza: Parastina gelê herêmê ya ji aliyê QSD’ê ve serbilindî ye

Alîkara Serokê USCIRA Menza ya li Reqayê serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, destnîşan kir ku serbilindiyeke ku QSD gelê herêmê diparêzin.

Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan a navneteweyî serdana avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Reqayê kir.

Cîgira serokê komseriyê Nadine Menza bi Rêveberiya Xweser re civiya û piştre daxuyaniyeke çapemenî da.

Nadine Menza di daxuyaniya xwe de armanca xwe ji serdana herêmê rave kir û anî ziman ku wê projeya Rêveberiya Xweser û azadiya olan a li herêmê ecibandî ye.

Nadine Menza got: “Wek rayedareke serbixwe ez hatim Sûriyê ne weke rayedarek fermî. Ez li vir im da ku piştgiriya gelê Amerîkayê ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar bikim. Em desteka nirxên ku Rêveberiya Xweser nûnertiya wê dike dikin. Mîna azadiya olan, wekhevî û mafên mirovan. Komseriya Amerîkayê ya azadiya olan pêşniyarên girêdayî parastina azadiya olan li Bakur û Roljhilatê Sûriyê ji hikumeta Amerîkayê re pêşkêş kirin.”

Nadine Menza wiha domand: "Di Hezîranê de me civîneke guhdarîkirinê di Kongreya Amerîkayê de lidar xist, da ku li ser azadiya olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevrûkirina bi herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine re biaxivin. Li herêmên dagirkirî qetilkirin, tecawîzkirin, revandin, ferzkirina ol û wêrankirina cihên olî û pîrozî hene. Ji lewre Azadiya Ol û Baweriyan pêşniyar kir ku divê Amerîka fişarê li dewleta Tirk bike ku ji Sûriyê vekişe û civaka navneteweyî nikare li hember sûcên dewleta Tirk û komên îslamî yên girêdayî wê li dijî kêmneteweyên etnîkî û olî bêdeng bimîne."

Derbarê pêşniyarên pêşkêşî hikumeta Amerîkayê hatine kirin jî Nadine Menza ev anî ziman: "Desteya Azadiya Ol û Baweriyan ji hikumeta Amerîkayê re pêşniyar kir ku danûstandina xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re firehtir bike û bi wê weke hikumeta herêmî ya serbixwe ji pêşeroja Sûriyê re itîraf bike û cezayên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rake."

Me ji hikumeta Amerîkayê daxwaz kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî lihevkirina siyasî ya li gorî biryara 2254’an be, ji ber cihê mixabiniyê ye ku hikumetek serketî ku çaryeka welat bi rê ve dibe beşdar nebe."

Nadine Menza got ew bi rola ku Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo nasandina projeya Rêveberiya Xweser dilîze û QSD’ê parastina şêniyên herêmê dike, serbilind e.

Nadine Menza herî dawî ev got: "Cihê kêfxweşiyê ye ku bi rêveberên Rêveberiya Xweser re rûnin da ku astengiyên li hember wan nîqaş bikim. Her wiha me gelek mijarên girêdayî asatengiyan nîqaş kirin."