Şervana YPJ’ê Sozdar Mazlûm a weke yek ji şervanên YPJ’ê ku tim dixwest berê xwe bide eniyên şer, ev daxwaza wê di roja 10’an a şerê dijwar de pêk hat. Mazlûm bi kelecaneke mezin berê xwe da navçeya Reco ya Efrînê.
Şervana YPJ’ê Sozdar Mazlûm a li Recoyê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bibû, bi baldarî behsa çîroka xwe ya tevlîbûna şerê li dijî dagirkeriyê dike:
ROJA 10’AN BIRYARA WÊ HATE PEJIRANDIN
“Dema êrîşa dagirkeriyê li dijî Efrînê destpê kir, min pir xwest ku ez jî cihê xwe di refên pêş ên berxwedana li dijî dagirkeriyê de bigirim. Pir bala min dikêşa ku bê ka çawa şervanên azadiyê li dijî 75 balafri û bi deh hezaran tank, top û dezgehên sîxûriyê dikarin li ber xwe bidin. Êdî berxwedana ber bi roja 10’an ve dihat. Min pir dixwest biçim eniyên pêş ên şer. Li ser daxwaz û ferzkirinên min ên zêde di roja 10’an de biryara min a çûyîna Efrînê hate erêkirin. Dema biryara min hate erêkirin kelecaneke pir cuda û mezin ez girtim. Êdî ez diçûm Cenga Mezin a Serdemê.
MORALÊ GEL HÊZ DIDA WAN
Dema em derbasî Efrînê bû, tişta ku herî zêde balam min kişand coş û moralê gel bû. Tevî gel û şervan li hemberî ewqas balafirên şer û teknîka zêde moralê wan pir li cih bû. Berovajî yên di nava tirs û xofê de dijmin bû. Ew dîmen kelecana hêza me hê zêdetir kir. Her kes li bendê bû ha vê kêliyê ne kêliya din di ser dijmin de biçe. Efrîn bibû warê lehengiyê.
LI ENIYA RECO ŞER KIR
Dema derbasî Efrînê bû, ez destpêkê çûm navçeya Reco ya Efrîn ku yek ji cihê herî stratejîk bû ku dijmin êrîşên pir dijwar dida kirin. Li dijî van êrîşan berxwedana şervanan di asta herî jor û dîrokî de bû.
EFÎN LEHENG DA AVAKIRIN
Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de gelek qehremanî hatin kirin. Yek ji van lehengan jî Rêber Kobanê bû. Rêber Kobanê çavkaniya hêz û moralê ya hemû hevalên xwe bû. Di berxwedanê de roleke pir mezin lîst. Bi qehremaniyeke mezin şer kir û şehîd ke.
SIVÎL KIRIN HEDEF, JIN Û ZAROK QETILKIRIN
Dewleta Tirk û rejîma Erdogan a ku digotin em ê nava çend rojan de Efrîn dagir bikin, li beramberî berxwedana şervana û gel a 58 rojan nekarî gav bavêje. Dema dît ku nikare bikeve Efrînê êdî dest bi qetilkirina sivîl û herî dawî jî Nexweşxaneya Avrîn a sivîl û birîndar lê bûn bombe kir.Li ser vê ji bo gel di qetlîamam re neyê derbaskirin, biryar hate girtin ku gel ji Efrînê hate derxistin û Pêngava Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû bû.
EFEÎN WÊ AZAD BIBE
Divê her kes vê yekê baş bizanibe ku wê Efrîn ji dijmin re nemîne. Ji bo azadiya Efrînê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”