Malbatên Şehîdan ên Amûdê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Malbatên Şehîdan ên Amûdê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi dehan malbatên şehîdên navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo bi dirûşma 'Bi ruhê şehîdan em ê pergala Îmraliyê bişikînin' meşek lidar xist.

Meşvanan bi dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî serok Apo” ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê destpê kir. Her wiha meşvanan wêneyên şehîdan rakirin. Malbatên şehîdan û saziyên civaka sivîl di meşê de hazir bûn.

Meşê heta Qada Şehîd Cîhad berdewam kir û paşê veguherî mîtîngê.

‘HETA BI RÊBER APO RE BIJÎN, EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Di mîtingê de endamê Saziya Malbatên Şehîdan Zîwer Elî axivî, destpêkê kiryarên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: "Bila dewleta Tirk a dagirker baş bizane ku gelê Kurd wê li ser pêyan be, wê gelê Kurd di nava çalakî û berxwedanê de be ku heta bi Rêbar Apo re azad bijî.”