Lîlewa Ebdullah: Herêmek ji 600 km² hate rizgarkirin

Fermandara Pêngava Bagera Cizîrê Lîlewa Ebdullah diyar kir ku di pêngava rizgarkirina bejahiya Hesekê de heta niha qadeke ji 600 kîlometreçargoşeyî hatiye rizgarkirin û 274 çete hatin kuştin.

Fermandariya Pêngava Bagera Cizîrê Lîlewa Ebdullah li ser pêngava paqijkirina gundewarên Hesekê axivî û diyar kir ku di pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşa de gelek gavên girîng hatine avêtin.

Lîlewa Ebdullah diyar kir, sînorê Iraq-Sûriyeyê ji xeteriya DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û got, "Di vê pêngavê de hebûna DAÎŞ'ê ya li herêmê ji holê hate rakirin."

Fermandar Ebdullah bi bîr xist ku pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşayê 3'ê Hezîrana 2018'an j du baskan ve li Şedadê û Holê dest pê kir û li gel bajarokê Dişîşa qadeke ji 600 kîlometreçargoşeyî ya gund û gundik tê de ne hatiye paqijkirin.

Lîlewa Ebdullah işaret bi hevkariya hêzên QSD û hêzên Iraqê kir û got, armanca me ji vê yekê, parastina sînorê Sûriye û Iraqê ye.

BI SEDAN SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN

Di dewama axaftina xwe de Lîlewa Ebdullah got, "Hêzên QSD'ê bi sedan sivîl rizgar kirin û piştî paqijkirina herêmê wan vedigerînin cih û warên xwe. Tîmên rakirina mayinan jî herêmê ji teqemeniyên çeteyên DAÎŞ'ê paqij dikin."

274 ÇETE HATIN KUŞTIN, 13 ÇETE JÎ DÎL HATIN GIRTIN

Lîlewa Ebdullah destnîşan kir ku di şerê navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê 274 çete hatine kuştin ku 4 ji wan emîr in û 13 jî dîl hatin girtin.

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DESTEKA JI BO ÇETEYAN E

Fermandar Lîlewa Ebdullah işaret bi êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk kir û got, "Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk êrîşê dibe ser hêzên me yên QSD'ê. Em li aliyekî sivîlan ji terora çeteyên DAÎŞ'êxelas dikin û dewleta Tirk ji aliyekî din ve êrîşî Rojava-Bakurê Sûriyeyê dike. Vê yekê ji bo destekdayina çeteyên DAÎŞ'ê dike.

Ji aliyê din ve hêzên rejîmê di pêngava rizgarkirina Dêra Zorê êrîşî hêzên me kirin. Lê şervanan bersiv dan êrîşan. Em dibêjin ku armanca me parastina yekîtiya welat û parastina sînorê wê ye."

Lîlewa Ebdullah di dawiya axftina xwe de da zanîn ku tevlîbûna hêzên YPJ'ê li Pêngava Bagera Cizîrê morala serketinê da sivîlan.