Li Tebqayê ji bo Ocalan meşiyan

Li Tebqayê bi sedan kes li dijî şewata li Îmraliyê daketin qadan û meşek lidar xistin.

Şêniyên bajarê Tebqayê, tevlî bi sedan endamên komîn û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk beşdarî meşê bûn.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên "Vemirandina agirê Îmraliyê tê wateya vemirandina hêrsa gel", "Em banga sehkirina jiyana Rêber Ocalan û hevdîtina bi parêzerên wî re dikin"," Bila mirovahî me bîne gel hev û da ku em rêberê mirovahiyê rizgar bikin" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Meş ji ber avahiya Rêveberiya Jinan a Tebqayê destpê kir û ber bi Navenda Çand û Hunerê ve meşiyan.

Xwepêşandêran dirûşmên "Azadî ji Ocalan re" berz kirin. Li ber Navenda çand û Hunerê meş veguherî mîtîngê. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, endama meclîsê Fatima Mihemd axivî û bang li NY`yê kir ku çarenûsa Ocalan diyar bike.

Piştre jî li ser navê buroya Partiya Pêşeroja Sûriyê şaxê Tebqayê serokê buroyê Musena Abdulkerîm axivî û diyar kir ku bûyera duh li girava Îmraliyê qewimî, komploya li dijî gelan, dewleta Tirk berpirsa jiyana Ocalan e.

Heveroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Macîda Hisên Semah jî axivî û banga hevdîtina bi Ocalan re kir.