Li Racoyê 4 sivîl hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku xwe weke “Polîsên Sivîl” didin nasandin, li navçeya Raco ya Kantona Efrînê 4 sivîl revandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku xwe weke “Polîsên Sivîl” didin nasandin, li navçeya Raco ya Kantona Efrînê 4 sivîl revandin.
Çavkaniyek ji navçeya Raco ya Kantona Efrîna di bin dagirkeriyê de, piştrast kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Bedîna a girêdayî navçeya Racoya dibin dagirkeriyê de 4 sivîl revandine.
Li gorî çavkaniyê Hisên Ehmed Alî, Omer Mûrad, Selah El-Dîn Hanan Sentor û Mûhammed Mûstefa hatine revandin.
Aqûbeta sivîlên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin nayê zanîn.