Li Qamişloyê cenazeyên du şehîdan hatin veşartin
Şêniyên Til Birak û Til Hemîsê cenazeyên du şehîdên Hêza Erka Xweparastinê veşartin.
Şêniyên Til Birak û Til Hemîsê cenazeyên du şehîdên Hêza Erka Xweparastinê veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişlo beşdarî merasîma veşartina cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Beşîr Cûma El Ubêd û Heyder Hemîd Hîlal bû.
Her du şervanên Hêzên Erka Xweparastinê dema ku li Til Birakê li ser erka xwe bûn, di 8’ê Tîrmehê de şehîd bibûn.
Merasîm li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê hat lidarxistin. Li wê derê, piştî rêzgirtinê, ji Fermandarên QSD’ê yê navçeya Til Birakê Demhat Hesekê axivî û got: “Em bi saya fedakariyên şehîdan îro di nava ewlehiyê de dijîn.”
Demhat Hesekê bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember planên dewleta Tirk ên ku şikandina îradeya gelê berxwedêr armanc dikin, hişyar bin û got: “Em ji armancên xwe yên azadî û serkeftinê venagerin.”
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê Weid El Xilêwî jî soza şopandina rêya şehîdan û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên bi saya wan hatine bidestxistin, da.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên her du şehîdan bi berzkirina dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.