Li Qamişlo bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî şahiyek hat lidarxistin

Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya 126’emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî li Qamişlo şahiyek li dar xist.

Yekîtiya Ragihandina Azad bi boneya 126’emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî li Qamişlo şahiyek li dar xist. Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de wêneyê kedkarên çapemeniya azad ên şehîd hatin daliqandin.

Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîr axivî. Cizîr bal kişand bi ser ked û berxwedanên şehîdên çapemeniya azad û got: “Di şexsê şehîdên çepemeniyê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Bi saya ked û têkoşîna şehîdan em gihiştin serketinê. Bi berdel û kedek mezin çapemeniya azad gihiştiye vê astê. Em vê rojê li hemû rojnamevan û kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin.”

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm jî axivî û şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî.

Piştî axaftinan Koma Yekpar û dengbêj Bêrîvan Botan derketin li ser dikê û stran gotin.

Piştre ji RojNewsê Silêman Ehmed yê ku berî 181 rojan ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin, xebatkara Ronahî Tv Ciwana Cuma, xebkarê Rojava Tv Şerîf Mihemed, xebatkara Radyoya Sitar FM Heyam Abdullah, xebatkara Rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl, xebatkara Jin Tv Delîla Egîd û xebatkarê Rojnemeya Ehram El Erebî Elhamî Birêcî diyarî hatin dayîn.

Şahî bi stranên Koma Cûdî bi dawî bû.