Li Minbicê bi sedan kes li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşek li dar xist.

Bertekên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîd û nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê bi dirûşma "Em bang li tevahî kesên birûmet û azadxwazên cîhanê dikin, bi me re bin û daxwaza azadiya Rêbertî bikin" meşek li dar xist.

Meşê ji Çerxerêya Mêzan heta Çerxerêya Meseb dewam kir. Di çalakiyê de, endama Komîteya Azadiya Rêbertî Hind Dagistanî axivî û got dewleta Tirk, AKP û CPT berpirsên tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in.

Hind Dagistanî bi domdarî got: "Em ê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Dem hatiye ku Rêbertî di nava gelên herêm de be, dem hatiye ku aştî û aramî li tevahî Sûriyeyê pêk were."

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê Minbicê Ehmed El Cemîlî banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha domand: "Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê hewl didin projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan têk bibin. Baş dizanin ku Rêbertî ji hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re kilîta çareserî ye. Rêbertî ji bo azadiya gelan û xilaskirina wan ji koletî û zîhniyeta desthilatdar têdikoşe."

Ehmed El Cemîlî anî ziman ku agahiyên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Ocalan vedişêrin û got: "Dizanin her nameyek ji Rêbertiya me wê ji bo me pêngaveke mezin e û wê ji tevahî gelên cîhanê re bibe dergehê ber bi azadiyê ve."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.