Li Marê 4 çete hatin kuştin

Şervanên HRE'yê li Marê li çeteyên dagir xistin. Di çalakiyê de ku li dijî nuqteyeke leşkerî hate kirin 4 çete hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiya 3'ê Adarê ya hêzên xwe daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 3'ê Adarê li derdora bajarê Marê, li dijî nuqteyeke leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyek hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 12 çete jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Artêşa dagirker gundên navçeya Şera û gundên herêma Şehbayê bi obus û hawanan bênavber bombe dike."