BI DÎMEN

Li Hesekê 40 DAÎŞ’î hatin girtin

QSD’ê ragihand ku li Hesekê 40 kes bi gumana ku endamên DAÎŞ’ê ne, hatin girtin.

DAÎŞ’Î HATIN GIRTIN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh (20’ê Nîsanê) li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê operasyoneke ewlehiyê li taxên bajarê Hesekê dabû destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyonê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona lêgerînê de 40 kes bi gumana endamên şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ne hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê bi êrişên xwe yên domdar ên li ser piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl didin DAÎŞ bi rêxistin bikin da ku kiryarên xwe yên terorî zêdetir bikin."

Di daxuyaniyê hate gotin, êrişên DAÎŞ’ê careke din îsbat dikin ku xetereya DAÎŞ’ê li ser herêmê û tevahî cîhanê bi dawî nebûye. Bang li civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî, ewlehî û dozgerî li beramberî herêmê bi cih bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bîlançoya operasyona ewlehî û leşkerî ya hevbeş hat aşkerekirin.

Li gorî bîlançoyê, 40 kes bi gumana endamên şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê ne hatine girtin, 9 klaşînkof, bombeyek destan, telefoneke bêtêl, 4 demançe û miqdareke cebilane û pêwîstiyên leşkerî hatin desteserkirin.