Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Vdc-Nsy) rapora xwe ya meha Hezîranê ya der barê binpêkirinên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî de eşkere kir.
Li gorî raporê;
2 kes di encama topbaranê de hatine kuştin.
5 bûyerên teqîna mayin û teqemeniyê pêk hatine.
33 kes hatine destgîrkirin, îşkence li 17 kesan hatiye kirin.
19 kes hatine revandin.
4 kes û zarokek di encama topbaran, serdegirtina malan, parçeyên teqemeniyê, teqîn an lêdana çeteyên dewleta Tirk a dagirker de birîndar bûne.
Êrişên hewayî û bejahî li dijî gundên sivîlan pêk hatine, di encamê de 2 kes hatine kuştin, 7 kes jî birîndar bûne.
Çete li navendên bajaran 9 caran pev ketine.
Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, 375 hezar niştecihên herêmê koçber bûne. Her wiha binpêkirinên mafên mirovan, îşkence, destgîrkirin, darvekirinên meydanî (kuştina bi gulereşandinê), desteserkirina milkên taybet, topbarana ketober pêk hatine û çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine bikaranîn. Tîmên tenduristiyê û rojnamevan bûne hedef. Di encamê de rewşa ewlehiyê xirab bûye û teqîn û bûyerên kuştinê zêdetir bûne.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê (Heyet Tehrîr El Şam, Artêşa Nîştimanî) binpêkirinan dewam dikin. 2 hezar û 795 kes hatine kuştin û 7 hezar û 495 kes jî birîndar bûne. Her wiha ji destpêka dagirkirina herêmên bakurê Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve, 9 hezar û 53 kes hatine destgîrkirin, 6 hezar û 979 kes hatine berdan, çarenûsa kesên mayî jî nayê zanîn.
Her wiha 181 kesên li girtîgehan bi îşkenceyê hatine kuştin. Hejmara penaberên sûriyeyî yên bi guleyên leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin jî 560 e, ji wan 103 zarok û 67 jî jin in.