Li Efrînê talankirina darên zeytûnan didome
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û navçeyên wê talankirina baxçeyên zeytûnan didomîne.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û navçeyên wê talankirina baxçeyên zeytûnan didomîne.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku çeteyên El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk li gundên Xaltanî, Sindiyankê, Mîskê, Çeqelê Cûmê, Bircikê û Qîlê yên girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê 17 hezara darên zeytûnan talan kirine.
Li Mabata û Racoyê çeteyên Sûltan Mûrat li gundên Dimilya, Oşaxa Ereban, Korkana Xwarê, Korkana Jor û Memil ji rêjeya %50 fîdyeya zeytûnan xwestiye.
Hate diyar kirin ku dîsa li gundê Aşkan çeteyên Tûgaya Weqas bang li gundiyan kirine û gotine dest danin li ser talanên kesên ku ji Efrînê koç kirine.