Li Efrînê êrîş û şer dewam dikin
Li gelek herêmên Efrînê êrîşên dagirkerên Tirk û şer nîvê şevê jî dewam kirin.
Li gelek herêmên Efrînê êrîşên dagirkerên Tirk û şer nîvê şevê jî dewam kirin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, helîkoptera bi tîpa Kobra ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Hemamê yê Cindirêsê xist. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), êrîşên li ser vî guhdî pêr şikandibûn.
Wekî din, bi çekên giran êrîş li gundên Dîkmetaş û Erebwêran ên Efrînê hate kirin. Li navçeya Bilbilê jî artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran êrîş kir.
Li gundê Ibiskê di şer de 2 çete hatin kuştin.
Navçeya Raco û derdora wê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Balafirên şer ên dagirkeran her wiha bombe li gundê Bukê yê Bilbilê û gundê Şingilê yê Racoyê barandin. Li gundê Şingilê şerekî dijwar diqewime.
Bomberdûmana li ser navçeya Şiyê jî dewam dike.
Li gundê Til Medip ê Kantona Şehbayê jî bi çekên giran êrîş hate kirin.