Li Efrîn a dagirkirî di 6 mehan de 12 kes hatin kuştin

Li Efrîn a dagirkirî, di nava 6 mehan de 12 kes hatin kuştin, herî kêm 173 kes jî hatin revandin.

Li Efrînê ku ji sala 2018'an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, revandina mirovan, êşkence, kuştin, her wiha guhertina demografiya herêmê bûne kiryarên rojane.

Ajansa ANHA'yê li ser van sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên 6 mehên dawî raporek weşand. Di raporê de ku li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ve hatiye amadekirin, kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

"Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye di 6 mehên dawîn de 12 welatî, di nav de 4 ji heman malbatê hene, şeva Newrozê (20'ê Adarê) li Cindirêsê hatin kuştin.

Her wiha di 6 mehên dawîn de 173 kes bi bihaneyên nerast û bi armanca girtina fîdyayan li beramber berdana wan, hatin revandin.

Li gor rêxistinê dewleta Tirk a dagirker ji bo ku mêtingehan ava bike, bi zanabûn daran dibire û dike êzing.

Rêxistinê bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 15 hezar û 500 darên bermehdar mîna zeytûn, gûz, behîv, fêkî, darên daristanî qut kirine. Her wiha zêdetirî hezar darên din birîne. Zêdetirî 70 hiktar zeviyên genim û ceh şewitandine.

Heman rêxistinê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker di 6 mehên dawîn de amadekariya avakirina 6 mêtingehan kiriye û ev agahî bi dest xistin:

1-Mêtingeha "Ecnadîn Filistîn"

Dewleta Tirk a dagirker di 4'ê Kanûna 2023'yan de mêtingeha "Ecnadîn Filistîn" li navçeya Cindirêsê vekir ku ew avahî jî bi piştgiriya rêxistina "Ecnad El Îslam" ya filistînî hatiye avakirin û malbatên çeteyên "Ehrar El Şam" di 40 xaniyên wê avahiyê de bi cih bûne.

Erdê ku avahî lê hatiye avakirin di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê de yên rojhilatê Cindirêsê ye, ku xwediyên wê jî Hesen Mecîd û Murad Menan ên ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ne. Her du jî bi darê zorê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûne.

2-Mêtingeha "El Keramê" ya qeterî:

Saziya Xêrxwaziyê ya Qeterê di 12'ê Sibata borî de ragihand ku wê projeya avakirina mêtingeha "Bajarê El Keramê" li navçeya Cindirêsê dest pê kiriye. HInceta wê jî ji nû ve avakirina xaneyên ji ber erdheja 6`ê Sibatê xisar dîtine. Lê piştî ku avakirin bi dawî kir, malbatên çeteyan tê de bi cih kirin.  

3-"Gundê Qeterî 2"

Meclisa Xwecih a Efrînê û Desteya Giştî ya Alîkarî û Pêşxistinê (Ensêr) di 4'ê Gulana borî de mêtingeha "Gundê Qeterî 2" li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa vekir.

4-Çeteyên "Sultan Silêman Şah" mêtingehek li navçeya Mebatayê ava kir û tu agahiyên dîtir li ser nehatin bidestxistin.

5- Komeleya "El Eyedî El Beyda" mêtingeheke din li gundê Şadêrê ava kir.

6- Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mêtingehek li çiyayê Lêlûn ava kir.

Her wiha, çavkaniyên ji hundirê kantona Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên tecawîzkirinê li dijî 2 zarokên 10 û 14 salî pêk anîn.

Li kantona Efrîna dagirkirî rewşa ewlehî ya xerab û tevlihev serdest e ku kiryarên dizî, talankirin, çêkirin û qaçaxiya narkotîkê belav in.