Li Dirbêsiyê ji bo ziman meşiyan

Li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê mamoste û xwendekar li dijî biryara ENKS’ê ya rakirina perwerdehiya bi zimanê dayikê, meşek lidar xistin.

Bi sedan mamoste û xwendekarên navçeya Dirbêsiyê li dijî daxwazên ENKS'ê ku fêrbûna bi zimanê dayikê were rakirin, meşiyan.

Mamoste û xwendekar li pêşiya Peymengeha Şehîd Roza Cûdî kom bûn û pankartên "Zimanê me bingeha hebûna me ye, zimanê me heyî û pêşeroja me ye", " Zimanê me rûmeta me ye, yê dijmantiya wê bike dijmintiya me dike", "Zimanê me hebûna me ye" û "Mirov bi zimanê xwe heye" û wêneyên şehîdên ku ji bo zimanê Kurdî şehîd ketine, hilgirtin.

Meş li kolanên serek ên navçeyê dewam kir, mamoste û xwendekaran dirûşmeyên silavkirina zimanê Kurdî berz kirin. Xwepêşandan li pêşiya navenda Kongereya Star a navçeyê rawestîn û daxuyaniyek ji hêla mamoste Nesrîn Meamî ve hat xwendin.

Nesrîn Meamî diyar kir ku çand û zimanê hemû gelan heye û li ser parastina wê bi tiştê giran buha dixebite ji bo hebûn û nasnemaya xwe biparêzin, gelê Kurd jî dê wiha bike.

Nesrîn Meamî destnîşan kir ku gelê Kurd di dirêjehiya dîrokî de ji bo ku ziman û çanda xwe biparêzin gelek fedekarî kir û wiha domand: "Ji ber ku dewlet û rejimên zalim ku qedexe kirin ku gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive û ziman û çandên gelên din li ser wan ferz kir."

Nesrîn wiha domand: "Gelê kurd ji ber ku guhdarî stran û helbestên Kurdî dikir di xgelê Kurd li seranserê dîrokê gelek şoreş avakirine mîna şoreşa Şêx Seyid, Seyid Riza û şoreşa Qazî Mihemed."

Nesrîn Meamî di dawiya xwendina daxuyaniyê de daxwazên betalkirina fêrbûna bi zimanê Kurdî şermezar kirçbang li gelê Kurd kir ku li pêşiya mîna vê daxwazê bisekine ji ber "Zimanê me hebûn, rûmet û azadiya me ye"