Li Dirbêsiyê ciwan ji bo Ocalan dimeşin
Ciwanên li herêma Cizîrê ya Rojava ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bibe, dimeşin.
Ciwanên li herêma Cizîrê ya Rojava ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bibe, dimeşin.
Li herêma Cizîrê Ciwanên PYD'ê bi daxwaza ku parêzer Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin li navçeya Dirbêsiyê meşiyan. Di meşê de posterên Ocalan hatin hildan û bi dirûşmeyan hate gotin, ''Ji Ocalan re azadî''.
Meş li gundê Berkevirê dest pê kir, ku ev gund 13 km li rojaayê navçeyê ye û dirûşma, ''Bijî şoreşa ciwanan, em ê faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin'' hate berzkirin.
Meş heta bi Meydana Şehîdan wê bidome.