Li Stenbolê gelek caran erd hejiya
Li Derya Marmarayê li pey hev gelek caran erd hejiya. Erdheja destpêkê 3.9 pile, ya duyemîn 6.2 pile û ya sêyemîn jî 4.4 pile bû.
Li Derya Marmarayê li pey hev gelek caran erd hejiya. Erdheja destpêkê 3.9 pile, ya duyemîn 6.2 pile û ya sêyemîn jî 4.4 pile bû.
Li Derya Marmarayê 3 erdhejan rû dan. Hate ragihandin ku erdheja destpêkê saet di 12:49'an de bi 3.9 pileyî, erdheja duyemîn bi 6.2 pileyî û erdheja sêyemîn jî saet di 12:51'ê de bi 4.4 pileyî bû.
AFAD'ê piştî erdhejê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev hişyarî da:
- Teqez nekevin hundirê avahiyên xisar li wan bûye.
- Li dora avahiyên bi rîsk nesekinin.
- Bi rêya servîsa peyamên kurt (SMS) û bernameyên peyaman ên li ser înternetê danûstandinê bikin.
GORUR: DIVÊ MIROV BALDAR BIN
Zanyar Prof. Dr. Nacî Gorur li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal got, "Derdora saet 12'an li peravên Sîlîvriyê bi 6.0 pileyî erd hejiya. Erdhej li ser xeta Kûmbûrgazê pêk hat. Ev xet xeteke xitimî ye, enerjiyê kom dike. Dem bi dem erdhejên biçûk dike. Cihê wê girîng e, divê mirov baldar bin. Xeta Kûmbûrgazê tijî dibe."